Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê daketina bihayê lireyê Tirkî ya li beramberî diravên biyanî berdewam dike û îro dolarekî Amerîkî 41 lîre derbas kir.
Îro bi vebûna borse û bazarên Tirkiyeyê re lîreyê Tirkî li hemberî diravên biyanî careke din bihayê xwe ji dest da.
Li bazarê her dolarekî Amerîkî gihişt 41,014 lîreyan û euro jî bi 47,6 lîreyên Tirkî tê firotin.
Cara dawî 19ê Adarê wisa biha bûbû
Dolarherî dawî 19ê Adarê piştî ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu hatibû desteserkirin û ev yek bûbû sedema şokê û derketina sermayeya biyanî, 41 lîre derbas kiribû.
Wê demê dolar bûbû 41,6416 lîreyê Tirkî.
Li piyaseyan rewşa dawî
Dolar/TL îro serê sibehê li piyaseyên navneteweyî heta 41,01 lîreyî bilind bû.
Saet 09:37an bi rêjeya ji sedî 0,19an zêde bû û bû 41,0134 lîre.
Li piyaseya navbankan jî dolar di navbera 40,857-40,922 lîreyî de tê firotin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse