Hewlêr (Rûdaw) - Her bermîla petrola Brent li piyaseyên navneteweyî bi 68,02 dolaran tê kirîn û firotin.
Doh bermîla petrola Brent heta bi 68,04 dolaran bilind bû û dîsa daket 67,44 dolaran.
Îro saet 08:55an bihayê her bermîla petrola Brent bi qasî ji sedî 0,86an zêde bû û gihîşt 68,02 dolaran.
Di heman demê de her bermîla petrola xav a Teksasa Rojava (WTI) bi 64,37 dolaran hat kirîn.
Di bilindûna van bihayan de gumanên derbarê siyasetên bazirganiyê yên Amerîkayê bi bandor in.
Rexneyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) Jerome Powell zêde dibin, ev yek jî dibe sedema gumanên derbarê serbixwebûna Bankê û dibe sedema daketina bihayê dolar.
Daketina bihayê dolarê Amerîkî jî îşteha lîstikvanên piyaseyê zêde dike û ev jî bandorê li bilindûna bihayê petrolê dike.
Ji aliyekî din ve, gavên Amerîkayê yên ji bo zêdekirina tarifeyên bazirganiyê yên li ser Çîna ku welatê herî mezin ê ku petrolê îthal dike ye, gumanên derbarê hêdîbûna aboriya cîhanê xurt dikin û zêdebûna bihayê petrolê sînordar dikin.
Tê gotin ku ji aliyê teknîkî ve bihayê bi qasî 69 dolaran ê petrola Brent dikare wekî “berxwedan”ê û 67,05 dolar jî wekî “piştgirî”yê were şopandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse