Kamu Îş: Sînorê hejariyê 41 hezar lîre derbas kir

25-09-2023
Nîşan Kamu Îş Sînorê Hejariyê Sînorê Birçîbûnê Amar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîna Konfederasyona Kamu-Îşê ya Yekgirtî, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê 14 hezar û 542 lîre ne.

Herwiha û sînorê hejariyê jî 41 hezar û 651 lîre ne.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê mûçeyê kêmane 11 hezar û 402 lîre ne ku nêzîkî ji sedî 30ê xelkê bi mûçeyê kêmane dixebite.

Konfederasyona Kamu-Îşê ya Yekgirtî, amarên sînorê birçîbûn û hejariyê yên Îlona 2023yan eşkere kirin.

Li gor amarên Kamu-Îşê, sînorê birçîbûnê yê malbateke 4 kesî, 14 hezar û 542 lîre ne.

Sînorê hejariyê yê malbateke 4 kesî jî 41 hezar û 651 lîre ne.

Sînorê birçîbûnê meha îlonê, li gorî meha tebaxê bi qasî 841 lîreyan zêde bûye û sînorê hejariyê jî li gorî meha tebaxê 3 hezar 378 lîre zêde bûye.

Ji aliyê din ve, sînorê birçîbûn û hejariyê li gorî sala par herî kêm ji sedî 100 zêdetir bûye.

Li gorî amaran, ji bo jiyaneke tendurist divê her mêrek mehane 4 hezar û 246 lîreyan, her jinek mehane 3 hezar û 333 lîreyan ji bo xorakê xerc bike.

Herwiha divê her ciwanek 4 hezar û 543 lîreyan û zarokek jî mehane 2 hezar û 420 lîreyan ji bo xorakê xerc bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst