Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê onsê zêr roja înê heta nêzîkî 4 hezar û 108 dolaran daket.
Her çi qas amarên enflasyonê bûn alîkar ku zêr heta nêzîkî 4 hezar û 142 dolaran biha bibe jî, ev bihabûn zêde dewam nekir û di dawiyê de bihayê zêr daket.
Bi vê yekê re, piştî 10 hefteyan cara yekem bû ku bihayê zêr hefteyek bi daketinê bi dawî kir.
Her wiha nirxê zêr di girêbestên paşerojê de ji bo radestkirina meha Kanûna Pêşîn ji sedî 0,2 daket û bi 4 hezar û 137 dolaran hat firotin.
Bazirganekî serbixwe yê zêr Tai Wan got:
"Amarên bihayê serfkar ku roja înê hatin weşandin, ji bo telafîkirina zererên vê hefteyê têrê nekir."
Wan pêşbînî kir ku berî zêr careke din ber bi bihabûnê ve biçe, dê hîn zêdetir dakeve.
Li gorî Wezareta Kar a Amerîkayê, bihayên serfkar meha Îlonê li gorî sala borî ji sedî 3 zêde bûne ku ev rêje ji pêşbîniya ji sedî 3,1 kêmtir e.
Her çend ev yek dibe sedem ku Banka Navendî ya Amerîkayê hefteya bê rêjeya faîzê kêm bike jî, bazirganan berê jî ev yek texmîn dikir.
Zêr di hefteya borî de ji sedî 3yê nirxê xwe ji dest da.
Li gorî şirovekaran, nêzîkbûna Çîn û Amerîkayê sedema daketina bihayê zêr e.
Şirovekarê bazarên darayî yê Kompanyaya Blue Line Futuresê, Phillip Streible ragihand:
"Eger zêr nikaribe asta 4 hezar dolarî biparêze, îhtimaleke mezin heye ku heta 3 hezar û 850 dolarî dakeve."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse