Îdareya Trump li gel Îranê şerê aborî dike

26-06-2019
RÛDAW
Donald Trump biryarek îmze kiriye ku Rêberê Komara Îslamî ya Îranê ceza dike
Donald Trump biryarek îmze kiriye ku Rêberê Komara Îslamî ya Îranê ceza dike
Nîşan Donald Trump Amerîka Îran Şer Aborî
A+ A-

Waşinton (Rûdaw) – Li ser maseyeke texte ku temenê wê 139 sal e û serokên cuda yên Amerîkayê biryarên serdemên aştî û şer îmze kirine, roja duşemê Serokê Amerîkayê Donald Trump biryarek îmze kir ku Rêberê Komara Îslamî ya Îranê ceza dike, di heman demê de Trump ragihand ku ew ji bo gotûbêjên li gel Îranê amade ye.

 

Donald Trump diyar kir: “Milkên Ayetullah Xaminêyî û ofîsa wî ji cezayan der nabin. Ev ceza ji bersiveke bihêz û guncaw a ji bo karên îstîfzazî yên Îranê pêk tê.”

 

Trump ew ceza weke bersiveke guncaw ji bo daxistina firokeya bêpîlot a Amerîkî û êrişkirina ser çend keştiyan ji aliyê Îranê ve danî. Piştre li Koşka Spî, Wezîrê Gencîne yê Amerîkayê veneşart ku plana wan cezayan berî daxistina firokeyê hebû.

 

Wezîrê Gencîne yê Amerîkayê Steven Mnuchin diyar kir: “Gelek ji van – biryarên ku Serokê Amerîkayê îmze kirin – berê li ser wan kar hatibû kirin. Ev ceza hin kesan digre ku gef xwarine yan tiştên taybet encam dane. Ez ne bawer im ku pêwîst be analîzeke din jê re were kirin, ji bilî wê yekê ku em cezayên wan kesan didin ku em di wê baweriyê de ne bi awayekî beşdarî cîbicîkirina êrişên Îranê bûne.”

 

Cezayên nû yên aboriyê beşek in ji siyaseta îdareya Trump ku jê re tê gotin "helmeta guvaşa herî mezin", siyasetek ku bi rêya aborî baştir e, ne bi şerê leşkerî guhertin bi ser reftara Îranê de were kirin.

 

Amerîka dibêje ku vê hefteyê Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf jî dixe bin cezayan, ku Mihemed Cewad Zerîf endezyarekî rêkeftina atomî bû li gel Îranê.

 

Pispora siyaseta Îranê ya li Encûmena Atlantîk, Barbara Slavin ji Rûdawê re ragihand: “Ev ceza bêhtir sembolîk in. Rêberê Bilind (Elî Xaminêyî) hesabê wî li City Bank a Amerîkî tine ye, lewma guman dikim ti bandorek li ser wî hebe. Lê belê peyameke siyasî dişîne, ew jî ev e ku Amerîka di rastiyê de naxwaze li gel Îranê gotûbêj bike, egerna tu çima ceza datînî ser Rêberê Bilind.”

 

Dibe ku îdareya Trump gotûbêja li gel Îranê nexwaze, lê amaje wê yekê derdixin holê ku naxwaze li hember Îranê şer jî bike. Ditirse ketina Amerîkayê nav şerekî din ê pir xercî yê li Rojhilata Navîn şansa cardin hilbijartinê ji dest bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst