Zêr çima erzan dibe?

27-10-2025
Nîşan Zêr Erzanbûn Sedem
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro dema ku bazarên Asyayê vebûn bi rêjeya ji sedî 0,7 daket û onsek bi nêzîkî 4070 dolarî tê firotin.

Bihabûna dolar û nêzîkbûna Çîn û Amerîkayê sedemên serekî yên erzanbûna zêr in.

Bihayê zêr di peymanên paşerojê de jî bi rêjeya ji sedî 1 daket û gihişt nêzîkî 4095 dolaran.

Bihayê dolar li hemberî yenê Japonî gihişt asta xwe ya herî bilind a du hefteyên dawî.

Rayedarên payebilind ên Çîn û Amerîkayê doh li ser çarçoveyekê li hev kir ku dibe di hevdîtina di navbera Donald Trump û Xi Jinping de were pesendkirin.

“Bazar şaş kirin”

Kyle Rodayê şîrovekarê kompanyaya şêwirmendiyê ya Capital.comê ragihand:

"Rêkeftina li ser çarçoveyekê ji bo sererastkirina pêwendiyên bazirganî yên Çîn û Amerîkayê, bazar şaş kirin."

Li gorî Roda, rêkeftinê bi awayekî neyînî bandor li ser bihayê zêr kiriye.

Li gorî Roda, "Hesta di nav bazara zêr de niha bêalî ye lê eger siyaseta diravî wekî ku tê pêşbînîkirin nerm bibe, wê demê bi îhtimaleke mezin bihayê zêr dê dîsa ber bi bilindbûnê ve here."

Banka Navendî ya Amerîkayê dê çarşemê biryarê li ser rêjeya faîzê bide û tê pêşbînîkirin ku rêjeya faîzê bi qasî ji sedî 0,25 kêm bike.

Rêjeya faîza kêm bi giştî di berjewendiya zêr de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst