Onsa zêr bi 4150 dolarî ye

27-11-2025
Nîşan Zêr Ons Dolar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Onsa zêr îro bi 4 hezar û 150 dolarî tê firotin.

Bihayê zêr beriya girtina bazaran a şeva borî gihiştibû 4 hezar û 170 dolarî lê îro piştî vebûna bazarên Asyayê nêzîkî 20 dolarî daket.

Niha onsa zêr bi 4 hezar û 150 dolarî tê firotin.

Di peymanên paşerojê (futures) yên ji bo radestkirina meha bê de jî onsek zêr bi 4 hezar û 150 dolarî tê firotin.

“Hîn ne diyar e”

Şirovekarê şirketa şêwirmendiyê ya Gold Silver Centralê Brian Lan li ser mijarê got:

"Di vê demê de hîn ne diyar e bê ma Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) dê meha pêşiya me faîzê kêm bike an na.

Ji ber nediyariya biryara Banka Navendî ya Amerîkayê, tê pêşbînîkirin ku bihayê zêr heta du hefteyên bê di çarçoveyeke sînordar de bimîne."

Li gorî amaran, bazirgan îhtimala kêmkirina faîzê ya di meha bê de wekî ji sedî 85 dibînin.

Li gorî amarên Wezareta Kar a Amerîkayê, roja çarşemê hejmara kesên ku serî li sîgortaya bêkariyê daye kêm bûye lê li aliyê din rêjeya bêkariyê zêde bûye.

Ev jî li ser bazara kar a Amerîkayê îşaretên dijber in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst