Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîneke Banka INGyê, rewşa aborî ya malbatên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dijwar e û ji her du kesan yek deyndar e.
Banka INGyê encamên lêkolîna xwe ya bi navê "Trendên Teserufê yên Tirkiyeyê" belav kir û lêkolîna nîşan dide ku sedema herî mezin a teserufnekirinê dahata kêm e.
Lêkolîn amarên derbarê çaryêka duyem a sala 2025an li xwe digire û tê de li ser rewşa aborî û deyndariyê pirs ji xelkê hatine kirin.
Nîvê xelkê deyndar e
Li gorî lêkolînê, ji sedî 51ê kesên ku beşdar bûne ew deyndarê saziyekê an kesekî ne.
Di dabeşkirina deynan de, deyndariya kartên krediyê bi rêjeya ji sedî 46 di rêza yekem de ye û krediyên bankayan jî bi rêjeya ji sedî 40 di rêza duyem de cih digirin.
Balkêş e ku li gorî lêkolînê, rêjeya deyndariyê di nav kesên ku teserufê dikin de ji sedî 48 e, di nav kesên ku nakin de jî ev rêje digihîje ji sedî 54an.
Astengiya herî mezin a li pêşiya teserufê dahata kêm e
Ji sedî 67ê beşdar bûne gotiye ku ew ji ber dahata xwe ya kêm nikarin teserufê bikin.
Di nav astengiyên din ên li pêşiya teserufê de mûçeyê kêm, bêkarî, kirêyên bilind û zêdebûna lêçûnên fatûreyan derketine pêş.
Ji sedî 40ê beşdaran diyar kiriye ku pereyên wan têra xerciyên wan ên bingehîn jî nakin.
Aboriya dijwar bandor li jiyana rojane û civakî kiriye
Lêkolîn nîşan dide ku şêwazên xerckirinê yên xelkê jî teng bûne.
Ji sedî 55ê kesên beşdar bûne gotiye ku ew li marketan tenê pêdiviyên xwe yên mecbûrî dikirin û ji sedî 56ê wan jî diyar kiriye ku ew li benda daxistin û kampanyayan dimînin.
Di warê jiyana civakî de jî ji sedî 61ê beşdaran gotiye ku ew nikarin ji bo çalakiyên wekî şano û konseran pere veqetînin û ji sedî 54ê wan jî aniye ziman ku ji ber tengasiyên aborî neçar mane dev ji jiyana xwe ya civakî berdin.
Di tercihên teserufê de zêr hîn jî bijardeya herî bihêz e û bi rêjeya ji sedî 35 di rêza yekem de ye.
Li pey wê, lîreyê Tirkî û diravên biyanî yên ku li malê tên hilanîn bi rêjeya ji sedî 28 di rêza duyem de ne.
Bi vî awayî, rêjeya teserufên ku "di bin balîfê de" tên hilanîn digihîje ji sedî 63yan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse