Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rêveberiya JÎBERê, Îhsan Ogurlu ragihand, ew dixwazin di pêşerojê de li Başûrê Kurdistanê kargeheke xwe ava bikin.
Serokê Rêveberiya JÎBERê, Îhsan Ogurlu beşdarî Bultena Aborî ya Rudawê bû û di derbarê kar û xebatên xwe yên li herêma Kurdistanê de axivî.
Îhsan Ogurlu diyar kir, ew hewl didin li Başûrê Kurdistanê têkiliyên ku di serdema Coronayê de qut bûne dîsa xurt bikin û tekez kir, xebateke wan heye ji bo kargeheke JÎBERê li Herêma Kurdistanê ava bikin û beşek ji berhemanîna xwe li vê derê bikin.
Serokê Rêveberiya JÎBERê diyar kir, hêj ji bo avakirina kargeha JÎBERê ti biryar nehatiye dan, lê destnîşan kir, ew ji bo vê yekê xebatê dikin û li Herêma Kurdistanê di nava têkiliyan de ne.
Ogurlu got: “Di pêşerojê de, yanî min got, me çûn û hatin pir zêde kir, lê ji ber Covid-19 destpê kir, têkilî qut bûn. Wan bernameyên xwe yên pêştir em dê bêtir pêş ve bibin, li Herêma Kurdistanê zêdeyî 50 heb dikan jî hene, ji ber locestîka wan jî belke em bêjin em bêne vê derê û em cihekî hazir bikin û li vê derê berhemanînê bikin…, biryarek nehatiye dayîn lê di pêşerojê de xebata me heye.”
Serokê Rêveberiya JÎBERê herwiha amaje bi pirsgirêka elektîrkê li Herêma Kurdistanê jî kir û got, ji bo pêşxistina kar û xebatên JÎBERê divê pirsgirêka elektirîkê bê çareserkirin û got, “bê elektirîk karên me nayê kirin”.
Îhsan Ogurlu ji Rûdawê re got, “Em dixwazin tekiliyên xwe bi Başûrê Kurdistanê re xurt bikin ji ber ku em mirovên hev in. Ger bibe, em dixwazin bi karsazên vê derê re hinek şirîkatî bikin, belke karsazek li vir hebe û em bi hev re li Amedê fabrîqeyekê ava bikin û berhem bînin û hinardeyî Herêma Kurdistanê û Ewropayê bikin.
Ogurlu behsa hejmara karmendên kargeha JÎBERê li Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê kir û diyar kir, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 480 kes ji bo wan dixebitin û li Herêma Kurdistanê jî 70 xebatkarên wan hene.
Serokê Rêveberiya JÎBERê destnîşan kir, di hefteya bê de, li Amedê kargeheke nû û modern ku li ser 33,000 metre çargoşe hatiye avakirin, dê bê vekin.
JÎBER ku yek ji markayên Amedê ye, roja Şemiyê 28ê Mijdara 2020an li Hewlêrê bi beşdariya berpirsên hikûmetê, karsaz û nûnerên saziyên sivîl 4emîn liqa xwe vekir ku li ser asta Iraqê û Herêma Kurdistanê 11mîn liqa wê ye.
JÎBER yek ji markayên Ameda Bakurê Kurdistanê ye û 23 sal in jî li ser kar, xebat û berhemanînê berdewam e.
Di merasîma vekirinê de Konsulê Tirkiyê yê li Hewlêrê Hakan Karaçay, Wezîrê Herêmê Aydin Merûf û Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê Dara Celîl Heyat û hejmareke karsaz û berpirsên saziyên sivîl amade bûn.
Serokê Rêveberiya JÎBERê Îhsan Ogurlu li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û jibilî derbirîna xweşhaliya xwe li hember vekirina liqa nû, spasiya aliyên beşdar kir.
Grûpa Kompaniya JÎBER di sala 1997an de ji aliyê malbata Ogurlu ve li Bismila Amedê hatiye avakirin. Ew kompanî niha ji dukaneke biçûk gihîştiye wê astê ku cil û bergan hinardeyî zêdetir ji 30 welatan dike.
Ji bilî hebûna 450 liqan li 81 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, JÎBER niha cil û bergan hinardeyî welatên wek, Almanya, Holanda, Nîjerya, Lvory Coast, Iraq, Makedonya, Îran, Polonya, Azerbaycan, Rûsya, Ukrayna û Kosovayê dike.
Di hewşa heyî de JÎBER xwediyê şiyana 50 milyon berhemanînê ye û derfeta kar ji bo 450 kesan dabîn kiriye û herwiha 4 kompaniyên JÎBER Grupê jî hene.
Navenda veberhênana JÎBERê Amed e û li Stenbolê jî showroomek vekiriye. Herwiha 2 kargehên mezin ên JÎBERê hene û zêdetir ji 500 corên cil û bergan di wan kargehan de tên berhemanîn ku herî dawî gore jî li wan hat zêdekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse