Mehmet Kaya: Vakifbankê kredî daye qeyûm, nedaye karsazan

30-04-2024
Nîşan Mehmet Kaya Vakifbank Kredî Qeyûm Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mehmet Kaya got, “Nayê qebûlkirin ku bankeke dewletê li şûna kargehan krediyê bide rêveberiya qeyûm.”

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya derbarê krediya ku Vakifbankê daye qeyûmê Amedê axivî.

Piştî ku di hilbijartinên 31ê Adarê de DEM Partiyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê stand deynên serdema qeyûm jî hatin eşkerekirin.

Rêveberiya Giştî ya Vakifbankê milyarek û 805 milyon û 77 hezar lîre ku dike nêzîkî 55 milyon dolaran kredî daye rêveberiya qeyûm.

“Nayê qebûlkirin”

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya bertek nîşanî vê helwesta Vakifbankê da û got:

“Li Amedê Rêveberiya Giştî ya Vakifbankê ku krediya karsazan erê nake, milyarek û 805 milyon û 77 hezar lîre kredî daye Şaredariya Bajarê Mezin ku ji aliyê qeyûm ve dihat birêvebirin.

Li Amedê kargeh nikarin krediyê peyda bikin û zehmetiyê dikşînin.

Nayê qebûlkirin ku bankeke dewletê li şûna kargehan krediyê bide rêveberiya qeyûm.”

Kaya da zanîn ku li Amedê pirsigirêka herî mezin a kargehan bidestnexistina krediyan û pereyan e.

“Em vê helwêsta Vakifbankê şermezar dikin”

Mehmet Kaya herwiha diyar kir, kargehên biçûk ji bo çareserkirina vê pirsgirêka gelek caran bi bankên dewletê û yên taybet re hevdîtin kirine û pê de çû:

“Krediya ku Vakifbankê daye qeyûm têra pêwîstiyên 300 karsazî dikir.

Me helwesta neyînî ya Vakifbankê ku ji berê de hebû, vê carê bi awayekî cuda dît.

Berê jî li herêma me kredî nedidan karsazan.

Wan pereyekî ku pêwîstiya 300 karsazî dabîn dike daye rêveberiya qeyûm û ev derbeyek e li ser pîşesaziya herêmê.

Em rast nabînin ku pereyên karsaz û kasibkarên Amedê kom bikin û hemûyan bibin şaredariyê.

Em vê helwêsta Rêveberiya Giştî ya Vakifbankê ya li dijî karsazên herêmê şermezar dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst