Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ragihand ku ew dê ji bo xeta boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê dest bi dan û standinên li ser peymaneke nû bikin û got ku wan reşnivîsa peymanê pêşkêşî hikûmeta Bexdayê kiriye.
Alparslan Bayraktar ji Sky News Arabiayê re derbarê xeta petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê, peymana nû ya li gel Îraqê û çend mijarên din axivî.
Bayraktar ragihand ku peymana heyî ya di navbera Tirkiye û Îraqê de êdî bersiva pêdiviyên îro nade.
Bayraktar da zanîn ku kapasîteya xeta boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê rojane 1,5 milyon bermîl e lê di 50 salên borî de ti carî bi kapasîteya xwe ya tam nehatiye bikaranîn.
“Me reşnivîseke nû şand”
Wî behsa peymana nû ya petrolê ya li gel Îraqê jî kir û got:
“Di demeke nêzîk de me ji hikûmeta Îraqê re ragihand ku peymana heyî êdî bersiva bendewariyan nade û pêdiviyên cîhana enerjiyê ya îro pêk nayîne. Me reşnivîseke nû ya peymanê ji wan re şand."
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê diyar kir ku aliyê Îraqê jî niha li ser reşnivîsê lêkolînan dike û got:
"Em hêvî dikin ku di demek nêzîk de tîmên teknîkî bicivin û ji bo peymana nû dest bi dan û standinan bikin."
Bayraktar tekez kir ku armanca wan ew e ku ev xeta boriyê bi kapasîteya xwe ya tam bê bikaranîn.
Alparslan Bayraktar di beşeke din a axaftina xwe de ragihand ku ew armanc dikin hinartina elektrîkê ji bo Sûriyeyê jî bi awayekî berçav zêde bikin û got:
"Ji çaryeka yekem a sala bê ve, em dê karibin rasterast nêzîkî 900 megawat elektrîkê hinardeyî Sûriyeyê bikin."
“Elektrîk ji Sûriyeyê re tê şandin”
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê amaje bi wê yekê kir ku niha bi rêya 8 xetên cuda 281 megawat elektrîk ji Sûriyeyê re tê şandin û ew plan dikin ku di çend hefteyên pêş de vê hejmarê bigihînin 360 megawatan.
Alparslan Bayraktar destnîşan kir ku xizmetguzariyên binesaziyê yên wekî enerjî û avê ji bo asayîbûna jiyanê li Sûriyeyê krîtîk in û wiha domand:
"2yê Tebaxê me karî gaza ku ji Azerbeycanê dihat, bigihînin Sûriyeyê. Fona Geşepêdanê ya Qeterê jî di vê projeyê de cih girt."
Bayraktar diyar kir ku asta gaza ku ji Azerbeycanê tê rojane nêzîkî 3,4 milyon metrekup e û kapasîteya xeta boriyê 6 milyon metrekup e.
Bayraktar got, “Bi vê kapasîteyê dê li Heleb û Humsê nêzîkî 1200 megawat elektrîk bê berhemanîn û bi vî awayî dê elektrîk ji bo 5 milyon malbatên li Sûriyeyê bê dabînkirin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse