Li Amedê xwediyên zeviyên petrolê daxwaza mafê xwe dikin

31-05-2021
Abdulselam Akinci
Li Bismilê bîrekî nû ya petrolê hat dîtin
Li Bismilê bîrekî nû ya petrolê hat dîtin
Nîşan Petrol Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li gundê Sergewra yê ser bi navçeya Bismilê ve ku dikeve nav sînorê parêzgeha Amedê, di nava zeviyê nîskan de petrol hat dîtin. Piştî mizginîya petrolê, xwedîyên zevî kêfxweş bûn, lê ew hîna jî nizanin ka wê ev petrol jiyana wan xweş bike an tenê bi ava ku ji bîran biherike reş bike.

Li gundê sergewra ya bi ser bismila Amedê ve kêfxweşîya dîtina petrolê tê jîyîn.

Saziya Petrolên Tirkiyê, beriya 3 mehan, di nava zeviyê muxtarê gundê Sergewrê de dest bi lêgerîna petrolê kiribû û piştî kar û xebata sê mehan, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan ragihand ku di bîra gundê Sergewra de petrol hatiye dîtin.

Navê bîrê AKOBA1e û rojane 2.800 bermîl petrol jê tê derxistin. Piştî mizginîya petrolê, xwedîyên zevî kêfxweş bûn, lê ew hêj nizanin dê dahata vê petrolê ji bo wan çi be.

Demek bû lêkolîn û lêgerîna petrolê li Amedê di du bîran de berdewam bû. Erdogan  eşkere kir ku hem di bîra  gundê Sergewra ya bi ser navçeya Bismilê de hem jî di bîra navçeya Yenîşehîrê de petrol hat dîtin û dest bi hilberînê hate kirin.

Petrola gundê Sergewra di nav zevî ya mixtarê gund Hafît Ogûrgul de hat dîtin.

Mixtarê Gundeê Sergewrayê Hafit Ogurgul dibêje: “Em wek xwediyê erd daxwazê ji dewletê dikin ku em ji vê derê sûdê werbigirin. Erdê me çûye û zerare me bûye, divê berdilê wê hebe.

Her çendî bi dîtina petrolê xwedîyê zevîyê kêfxweş be jî hêj ew jî nizane ku heqê wan yê hiqûqî çî ye û  dahata petrolê yê  ji wan re çi be.

Heta niha di  qada bin berpirsiyariya  saziya petrolên Tirkiyê TPOê de li Êlih, Amed, Mêrdîn, Şirnex û Sêrtê di 70 sondajan de rojane 37 hezar 500 bermîl petrol dihat derxistin. Di bîra gundê Sergewra ya bi navê Bîra AKOBA1 de 2.800 bermîl di bîra navçeya Yenîşehîrê ya bi navê bîra Yenîşehîr1  de jî rojane bi derxistina 3 hezar bermîl petrolê bi gişti di qadên petrolê de rojane hilberîna petrolê derketîye 43 hezar 300 bermîlî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst