Pirtûka Franz Kafka bi Kurdî hat weşandin

06-12-2019
RÛDAW
Nîşan Franz Kafka Das Schloss Keleh Fatih Aydin Weşxanxaneya Avesta Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji berhemên wêjeyî yên bi nirx ên cîhanê, pirtûka“Keleh”a Franz Kafka bi wergera Fatih Aydin bi Kurdî hat weşandin.

Pirtûka nivîskarê navdar Franz Kafka ya bi navê “Das Schloss” ku di sala 1926an de bi zimanê Almanî belav kiriye, ji aliyê nivîskar û wergerê Kurd, Fatih Aydin ve bo ser zimanê Kurdî hat wergerandin.

Pirtûka “Das Schloss” ku bi Kurdî tê wateya “Keleh”ê, ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hatiye çapkirin û weşandin.

Pirtûka Kurdî ya “Das Schloss” a Franz Kafka ku bi navê wê yê Kurdî “Keleh” hatiye çapkirin, ji 352 rûpelan pêk tê.

Di pirtûkê de behsa çîroka qehremanekî bi navê “K” dike ku li gundekî dijî û li hember desthilatdariyên veşartî yên ku ji Kelehekê ve gund birêve dibin, têkoşînê dike.

Franz Kafka sala 1883 li bajarê Prag a paytexta Çekyayê hatiye dinyayê û di sala 1924an de li Nemsayê koça dawiyê kiriye.

Franz Kafka wek yek ji nivîskar û edîbên navdar ên sedsala 20an tê naskirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst