Li Bakurê Kurdistanê zêdetir ji 100 pirtûkên Kurdên Sovyeta berê hatine çapkirin

07-11-2020
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Wêjeya kurdên Sovyeta berê hem di hêla çêjin û hem di hêla dewlemendiya ziman de bandoreke erênî li ser xwînerên Bakurê Kurdistanê dike
Wêjeya kurdên Sovyeta berê hem di hêla çêjin û hem di hêla dewlemendiya ziman de bandoreke erênî li ser xwînerên Bakurê Kurdistanê dike
Nîşan Wêjeya Kurdî Kurdên Soyvetê
A+ A-

Amed (Rûdaw) -  Li Bakurê Kurdistanê di nava 15 salên dawiyê de ji sedî zêdetir pirtûkên kurdên Sovyeta berê ango kurdên Kafkasyayê hatine çapkirin. Ligel ku kurdên Kafkasyayê xwedî wêjeyeke dewlemend in jî ji ber cudahiya alfabeyê kurdên Bakurê Kurdistanê dereng bi wêjeya kurdên Kafkasyayê hesiyane. Lê digel vê yekê jî ji Ereb Şemo heta Fêrikê  Ûsif, ji Casimê Celîl heta Eskerê Boyîk û Tosinê Reşîd, berhemên gelek nivîskarên kurdên Kafkasyayê êdî di bazara pirtûkên kurdî yên Bakurê Kurdistanê de cihê xwe digrin.

Piraniya van pirtûkên nivîskarên kurdên Sovyeta berê ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hatine çapkirin. Weşanxaneyê hemû pirtûkên roman, helbest, çîrok, berhevkarî û folklorê ya kurdên sovyetê bi navê "Seta Ehmedê Xanî" belav bikin.

Derbarê mijarê Berpirsê Weşanxaneya Lîsê Xelîl Samed ji Rûdawê re got: “Me seta Ehmedê Xanî dewam kir û me heta niha nêzikî 39 pirtûkan çap kirine. Bi giştî me nêzîkî 65 pirtûkan çap kirine. Ji kitêbên Heciyê Cindî heta Emerîkê Serdar, ji Wezîrê Eşo heta Temûrê Xelîl gelek pirtûk hene di nava vê seta me de.

Li gorî kesên ku bi karên weşangeriyê re eleqedar dibin, wêjeya kurdên Sovyeta kevin ango Kafkasyayê wêjeya li Bakurê Kurdistanê jî bi pêş xistiye. Lewre yekem romana kurmancî Şivanê Kurmanca ye û ew jî ya nivîskarekî kurdê sovyeta berê ye.

Edîtor Rêbîn Ozmen diyar kir ku ji aliyê romanûsiya kurdî ve ya ku li Kafkasyayê bi pêş ketiye û wiha pê de çû: “Bi rastî ji aliyê ziman ve gelek pêşketî ne. Ferhengeke wan a gelek berfireh heye. Di van salên dawiyê de piştî ku ketin nava edebiyata kurdî bandoreke erênî li kurdî kirin. Ev bandora erênî hem ji aliyê sentaksê ve û hem jî ji aliyê berfirehkirina ferhengê ve bûye.”

Wêjeya kurdên Sovyeta berê ango Kafkasyayê, hem di hêla çêjin, hem di hêla hûnandin û hem jî di hêla dewlemendiya ziman de bandoreke erênî li ser xwînerên Bakurê Kurdistanê jî dike. Ew wêjeya kurdên sovyetê weke jêderkeke girîng a kaniya wêjeya kurdî dibînin.

Xwîner Huriyet Parlak jî dibêje: “Ez berhemên wan dema dixwînim xwe dibînim, serhediyan dibînim. Zimanê wan baştir fêm dikim. Bandor li ser min dike. Lewme ez wan dixwînim.”

Xwîner Serhed Korkmaz da zanîn ku  wî  pirtûkên Eliyê Evdirehman û Ereb Şemo xwendin û got: “Li ser wêjeya kurdî bandoreke wê ya zêde heye. Wêjeya kurdî ya kevnar ew in.”

Ji ber ku kurdên Sovyetê bi tîpên kirîlî pirtûkên xwe nivîsandine, tîpguhêziya wan a ji bo alfabeya kurdî pir bi derengî hatiye kirin. Vê yekê jî wisa kiriye ku kurdên perçeyên din demeke dirêj ji wê wêjeya dewlemend bêpar bimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst