Romana nû ya çîroknivîs û romannivîsê Kurd Helîm Yûsiv bi navê (Firîna bi baskên şikestî) derket.
Hewlêr (Rûdaw ) - Romana nû ya çîroknivîs û romannivîsê Kurd Helîm Yûsiv bi navê (Firîna bi baskên şikestî) derket.
Ev roman ji 127 rûpelan pêk tê û ji aliyê weşanxaneya Peywend li Ameda Bakurê Kurdistanê hate çap û belavkirin.
Derbarê romana xwe ya nû, Helîm Yûsiv ji Rûdawê re ragihand ku ji ber şer û rewşa dijwar a Rojavayê Kurdistanê hê jî kitêba wî ya nûderketî negihiştiye wir. Li ser çîroka nivîsandina vê romanê jî wiha got: “Sala 2014, di dema şerê Kobaniyê de, pêwendî û danûstandina min rojane bi rêya amrazên medya civakî û telefonê, bi hinek kur û keçên Kobaniyê re hebû. Pêşniyar ji wan hat, ku ew çîrokên jiyana xwe ya rojane ji min re bişînin û ez jî romanekê ji wan çîrokên rojane birêsim.”
Yûsiv ku xwediyê gelek pirtûkên çîrok û romanên naskirî ye, wiha dirêjahî da axaftina xwe: “Di dawiya sala 2015an de min hinek ji wan kesan, mîna Rodî û herdu xwişkên wî Gulistan û Cîhan, li Stenbolê dîtin. Li wir jî me rû bi rû behsa nivîsandina vê romanê kir. Lê şeveke xedrê bi ser Kobaniyê de hat û Daişiyan tê de 264 kes kuştin, di nav wan de Rodî û Gulistan jî hebûn. Rodî wê çaxê zavayê bîst rojan bû û bûka destbihine Perwînê jî pê re hatibû kuştin. Vê bûyerê ez çar salan lal kirim û rawestandim. Piştî wê min Cîhan agahdar kir ku êdî ez ê romanê ji nû ve binîvisînim, lê vê carê wê kesên sereke hûn bi xwe bin: Rodî û tu. Bi vî awayî min ji nû ve ev romana xwe ya nû nivîsand, ku sê vebêjerên wê yên sereke hene, yek ji wan Rodî û ya din jî Cîhan û ya dîtir jî dara gwîzê ye.”
Helîm Yûsiv li ser naveroka romana xwe ya nû (Firîna bi baskên şikestî) jî wiha dibêje: “Ez behsa du çîrokên evînê dikim ku li ber siya alên reş û di nav wê reşahiyê de hem geş dibin û şax didin û hem jî nîvco dimînin û têne serjêkirin. Bi rêya van herdu çîrokan mirov di derbarê 134 rojên berxwedana efsûnî ya şerê rizgarkirina Kobaniyê dibe xwedî agahiyên berfireh. Ez behsa firîna welatekî sax dikim û pê re jî bi hezarên keç û xortên mîna balindeyên xweşik û nûgihiştî dikim, ku bindestiyê û qedereke dîroka reş baskên wan şikenandine.”
Di dawiya axaftina xwe de jî Helîm diyar kir ku biryar e ev roman di destpêka sala bê (2020)an de bi Soranî û Farisî û Erebî jî derkeve û got: “Niha li Başûrê Kurdistanê ji bo zaravayê kurdî yê şîrîn Soranî tê veguhestin û li Îranê ji bo zimanê Farisî tê wergerandin û ez bi xwe wê bi Erebî amade dikim.”
Helîm Yûsiv sala 1967an li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Li Zanîngeha Helebê xwendina hiqûqê qedand û ji sala 2000an û vir ve li Almanyayê dijî. Helîm Yûsiv bi Kurdî û Erebî dinivîse û danerê gelek gotar, çîrok û romanên naskirî ye wek: Mêrê Avis – Jinên Qatên Bilind – Mirî Ranazin – Sobarto – Memê bê Zîn – Tirsa bê diran – Gava masî tî dibin – Romana Kurdî (Lêkolîn) – Auslandere Beg û 99 Morîkên Belavbûyî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse