Hewlêr (Rûdaw) - Kurdan li her derê cîhanê Cejna Zimanê Kurdî bi coş û kelecan pîroz kir.
Kurdên Qazaxistanê jî bi pêşengiya Komeleya Berbangê ya Kurdên Qazaxistanê û Koma Hunerê ya Bêdawî li Almatiyê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.
"Zimanê me rûmeta me ye"
Serokê Şêwrê Birêvebiriya Komeleya Berbangê ya Kurdên Qazaxistanê Refîkê Yakûb Mîrzoyev di bernameyê de axivî û got:
"Zimanê me rûmeta me ye, zimanê me şerefa me ye, namûsa me ye, dayîka me ye.
Em çi qasî ji dayîka xwe hez dikin, divê em ew qasî jî ji zimanê xwe hez bikin."
Mîrzoyev bal kişand ser rola dayîkê û wiha pê de çû:
"Dema cara ewil em çavê xwe li dinyayê vedikin, mamosteyê me yê zimanê Kurdî dayîk e.
Dayîk me hîn dike. Ez diçim kû derê ez dibêjim, ez bi zaravayê dêya xwe diaxivim.
Dêya min ez hînî çi ziman û zaravayî kiribim, ez bi wî zimanî diaxivim.
Zimanê dêya min jî zimanê Kurdî ye û ez pê gelekî serbilind im.”
Di bernameyê de li ser girîngiya zimanê dayîkê axaftin hatin kirin û sînevîzyon hatin nîşandan.
"Me zimanê dayîka xwe ji bîr nekiriye"
Alîkarê Serokê Komeleya Berbangê Zaharê Avdî Sadîkov jî got:
"Em kuştine, em hincirandine, em bi dar ve kirine, em kirine girtîgehê lê me zimanê dayîka xwe ji bîr nekiriye.
Ji bo zimanê Kurdî bila bijî dayîka Kurd. Dayîka Kurd çi qasî şîrîn e, ew qasî jî zaravayê şîrîn e.”
Endamên Koma Hunerê ya Bêdawî jî bi govend û konsera xwe bername rengîn kir.
"Zimanê Kurdî nasnameya me ye"
Akademîsyen Hesenê Evdo Alîyev jî nêrîna xwe wiha anî zimên:
"Eger zimanê Kurdan hebe Kurd jî hene. Eger ziman tune be Kurd jî tunin.
Mirov xwe bi zimanê xwe dide naskirin. Zimanê Kurdî nasnameya me ye.”
Li Qazaxistanê 100 hezar Kurd dijîn
Ji Navenda Medyayê ya Kurdî ya Azerbeycanê Îbrahîm Alîyev dîmenên bernameyê ji Rûdawê re şandin.
Wî ragihand ku Kurdên Qazaxistanê car caran kom dibin û çalakiyên hunerî û zimanî saz dikin.
Li gorî amarên Konfederasyona Diyasporaya Kurdistanê, li Qazaxistanê nêzîkî 100 hezar Kurd dijîn.
Her wiha Kurdên li wir dikarin li dibistanan dersa Kurdî wergirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse