Rê nehat dayîn ku Zaza Women Music beşdarî Festîvala Munzûrê bibe

21-07-2025
RÛDAW
Nîşan Festîvala Munzûrê Zaza Women Music Project Dêrsim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koma muzîkê ya jinan Zaza Women Music Projectê ragihand ku ji ber navê komê yê ku tê de peyva "Zaza" derbas dibe, ew ji bo 23yemîn Festîvala Xweza û Çandê ya Munzûrê nehatine vexwendin.

Komê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku serlêdana wan di destpêkê de hatiye erêkirin lê paşê hatiye redkirin.

Îsal 23yemîn Festîvala Xweza û Çandê ya Munzûrê bi dirûşma “Dersim jiyan e; dest nede xweza, vîn, ziman û baweriya min!” tê lidarxistin.

Zaza Women Music Project (Projeya Muzîkê ya Jinên Zaza) doh daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku Komîteya Festîvalê ew li derveyî bernameyê hiştine.

Komê da zanîn ku serlêdana wan di destpêkê de erênî hatiye pêşwazîkirin lê paşê hatiye redkirin û wekî hincet jî peyva “Zaza” ya di navê komê de hatiye nîşandan.

Endamên komê got ku ji wan re hatiye gotin, “Hûn dikarin wekî kes beşdar bibin lê ne bi navê komê”

Endamên komê her wiha destnîşan kir ku ev biryar rasterast ji wan re nehatiye gotin û wan bi hewlên xwe agahî bi dest xistiye.

Komê ev nêzîkatiya komîteyê wekî “xemsarî” bi nav kir.

“Zaza ne daxuyaniyeke nasnameyê, bangeke ji bo ziman e”

Zaza Women Music Projectê da zanîn ku ew bi Zazakî/Kirmanckî stranên evînî, deng û awazên gelêrî dibêjin.

Komê diyar kir ku navê komê ne “daxuyaniyeke nasnameyê” ye û got:

"Armanca me ya yekane ew bû ku em balê bikşînin ser zimanekî ku li ber windabûnê ye û jinên ku bi vî zimanî berheman çêdikin.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Pirrengiya çandî, bi nasîna cudahiyan ne tenê di teoriyê de, di pratîkê de jî pêkan e.

Li vê cografyayê jiyana bi hev re ya gel, ziman û baweriyên ku bi salan e hatine tepisandin, êdî ne tercîhek e, zorunlûtiyeke dîrokî ye.”

Komê bi bîr xist ku piraniya endamên komîteya festîvalê Dersimî ne û ev yek wan bêhtir diêşîne û got:

“Em jî jinên vê cografyayê ne. Em di nav heman zimanî de ji dayîk bûne.

Lê îro, jinên Dersimî yên ku bi zimanê xwe yê zikmakî muzîkê çêdikin, tenê ji ber ku peyva ‘Zaza’ derbas dibe, tên derveyîkirin.”

“Huner nakeve bin kontrola siyasetê”

Di daxuyaniya komê de hat rexnekirin ku komîteya festîvalê mafê midaxelekirina navê komeke muzîkê di xwe de dîtiye û wiha hat gotin:

“Ev helwest heman helwesta desthilatdariyê ya qedexeker û sansurparêz e ku em bi salan e li dijî wê têdikoşin.

Em rast nabînin ku qada çand û hunerê ji aliyê siyasetmedaran ve bê dîzaynkirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew dê bi vê yekê bêdeng nebin û wiha hat gotin:

“Em hatin vederkirin lê ev yek ne me bêdeng dike ne baweriya me kêm dike û ne jî wêrekiya me dişikîne.

Em bi ziman, keda û dengê xwe li vir in û em dê her tim li vir, di dilê Dersimê de bin.”

Projeya Muzîkê ya Jinên Zaza ji hunermendên jin pêk tê ku bi zaravaya Kirmanckî ya Kurdî muzîkê çêdike û bêyî ku piştgiriyeke saziyan wergirin berhemên xwe didomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst