Stenbol (Rûdaw) - Wergêra Îngilîz Kate Ferguson ji bo pirtûkên Kurdî wergerîne Îngilîzî hînî Kurdî dibe.
Li bajarê Stenbolê îsal cara 7an e Şahiya Pirtûkan a Kiraathaneyê tê sazkirin, di şahiyê de 31 weşxanxane cih digirin.
Ev şahî ji bo weşanxaneyên serbixwe û weşanxaneyên kêmneteweyan wekî derfeta nîşandan û firotina pirtûkan tê dîtin.
Di Şahiya Pirtûkan de 3 weşanxaneyên bi Kurdî; Weşanên Nûbihar, Lîs û Weşanên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî jî bi pirtûkên xwe yên bi Kurdî di şahiyê de amade ne.
Di şahiya pirtûkan de wergêra Brîtanî Kate Ferguson a ku pirtûka Selahattîn Demirtaş ji Tirkî wergerandibû Îngîlîzî jî amade bû.
Kate ev çend sal in ji bo pirtûkên Kurdî wergerîne Îngîlîzî hewl dide xwe fêrî Kurdî bike. Ji loma jî meyl û bala wê tim li ser pirtûkên Kurdî ye.
Lêkoler û wergêra Brîtanî Kate Fergusona ku ev 18 sal in li Stenbolê dijî, ev çend sal in hewl dide xwe fêrî Kurdî bike.
Ji loma jî meyl û bala wê tim li ser pirtûkên Kurdî ye. Lewra armanca Kate ev e ku wergera Kurdî û Îngîlîzî bike.
Wergêra Brîtanî Kate li gel wergêr Amy Marie Spanglerê, pirtûka "Seher"ê ya Selahattîn Demîrtaş ji Tirkî wergerandibû Îngîlizî û ev werger sala 2018an ji aliyê PENa Navneteweyî ve hêjayî xelatê hatibû dîtin.
"Ji bo wegerê ez fêrî Kurdî dibim"
Wergêra Brîtanî Kate Fergusonê naskirina Kurdan û sedema hînbûna xwe ya Kurdî wiha anî zimên:
"Navê min Kate Ferguson e. Ez ji Îngilistanê me. Ez beriya çend salan çûm Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.
Ez hinekî fêrî Kurdî bûm lê ji bo wergerê têra min nake. Ji loma jî ez xebatên li ser Kurdî didomînim.
Dema ez hatim Tirkiyeyê haya min ji Kurdan tunebû lê dema ez hîn bûm ku Kurd dijîn, min got ez çima zimanê wan hîn nabim û min dest bi Kurdî kir."
"Pirtûkên bi Tirkî ên lêkolînên li ser Kurdan balê dikişînin"
Berpirsê Weşanxaneya Nûbiharê Azîz Tekîn ji ber beşdarbûn û eleqeyê kêfxweşiya xwe wiha bi lêv kir:
"Em wekî Nûbihar cara ewil tevli Şahiya Pirtûkan a Kiraathaneyê dibin.
Em gelekî kêfxweş in. Eleqe jî gelek baş e, her çi qas bi qasî fûarên mezin nebe jî.
Lê ji ber ku piranî derdorên Tirk in herî zêde pirtûkên bi Tirkî ên lêkolînên li ser Kurdan bala wan dikişînin."
Berpirsê Weşanxaneya Lîsê Şerif Yaşar got, "Em wekî Weşanxaneya Lîsê her sal tên vê şahiyê.
Kiraathaneya Stenbolê her sal ji b weşanxaneyên Kurdî cih vediqetîne. Em gelekî kêfxwş in. Em dê heta 25ê Gulanê li vir bin."
Şahiya Pirtûkan a Kiraathaneyê ji bo weşanxaneyên serbixwe wekî fuareke alternatîv a pirtûkan tê dîtin.
Bi saya vê şahiyê berhemên ku ji aliyê xwêneran ve kêm tê peydakirin tên dîtin.
"Ez bi Kurdî nizanim lê ez tim weşanên bi Kurdî dişopînim"
Xwîner Ozlem Karê da zanîn ku ew bi Kurdî nizane lê dîsa jî wêşanên bi Kurdî dişopîne û wiha got:
"Ev der wekî fuareke alternatîv a pirtûkan e.
Ez bi Kurdî nizanim lê ez tim weşanên bi Kurdî dişopînim. Niha jî ez li berhemên Kurdî ku li Tirkî hatine wergerandin dinêrim."
Xwêner Bener Erbîngol hêvî kir ku zêdetir weşanxane beşdarî şahiya pirtûkan bibin û got:
"Bi saya ev şahiya pirtûkan, ez rastî pirtûkeke ku ji zimanê Katalonî hatiye wergerandim hatim.
Kêm kes wê dizanin. Ez hêvîdar im zêdetir weşanxane beşdar bin û rengîntir bibe."
Şahiya Pirtûkan a Kiraathaneyê ku 16ê Gulanê dest pê kir dê heta 25ê Gulanê berdewam bike.
Şahiya ku wê seranserê 10 rojan berdewam bike di nav de bernameyên bi Kurdî jî wê gotûbêj û çalakiyên hunerî bên lidarxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse