Dêrsim (Rûdaw) – Li Dêrsimê Festîvala 23yemîn a Çand û Xwezayê ya Munzûrê bi dirûşma “Dêrsim Jiyan e; Dest Mede Xweza, Vîn, Ziman û Baweriya Min” dest pê kir û dê heta 27ê Tîrmehê bidome.
Festîval, ji ber ku koma muzîkê ya jinan a bi navê “Zaza Women Music Project” nexistibû nav bernameya xwe, bûbû sedema nîqaşan.
Piştî nîqaşan, Komîteya Amadekar a Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê ragihand ku kom dê roja yekşemê derkeve ser dikê.
Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê ji sala 1999an ve ji aliyê Şaredariya Dêrsimê ve tê lidarxistin û bi çalakiyên xwe yên ji bo parastina xwezayê û mîrateya çandî derdikeve pêş.
Di amadekariyên festîvala îsal de, nehiştina koma “Zaza Women Music Project” di bernameyê de di raya giştî de dengekî mezin veda.
Komê di daxuyaniya xwe ya 20ê mehê de îdia kiribû ku komîteya festîvalê ji ber peyva “Zaza” ya di navê komê de serlêdana wan red kiriye.
Endamên komê diyar kiribû ku serlêdana wan di destpêkê de erênî hatibû pêşwazîkirin lê paşê ji wan re hatiye gotin ku “ew dikarin bi awayekî takekesî derkevin ser dikê lê nikarin bi navê komê beşdar bibin.”
Komê destnîşan kiribû ku ev biryar rasterast ji wan re nehatiye ragihandin û ew bi hewlên xwe hînî biryarê bûne û helwesta komîteyê wekî “xemsar” û “sansurker” bi nav kiribû.
Komîteya Festîvalê lêborîn xwest û kom vexwend
Piştî nîqaşan Komîteya Amadekar a Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê daxuyaniyek belav kir û ji raya giştî lêborîn xwest.
Komîteyê diyar kir ku nexistina “Zaza Women Music Project” a nava bernameyê “kêmasiyeke ku ji ber nêzîkatiyên cuda derketiye” û tekez kir ku divê ev rewş wekî dûrxistina li hemberî zaraveya Kirmanckî/ Zazakî yan jî nasnameya jinan neyê fêmkirin.
Komîteya Amadekar di daxuyaniyê de got:
“Yek ji nirxên bingehîn ên festîvala me ew e ku zimanê me yê zikmakî were parastin, di qada giştî de xuya bibe û bi bîra me ya çandî re bigihêje hev.
Di nîqaşên amadekirina bernameyê de ji ber nêzîkatiyên cuda kêmasiyek derketiye holê.
Li hemberî ti hunermend, kom û zimanî helwesteke dûrxistinê nehatiye standin.
Ji ber têgihiştina dijberiya li hemberî zimanê Zazakî/Kirmanckî ya ku ji ber vê kêmasiyê derketiye holê, em ji gelê xwe lêborînê dixwazin.”
“Koma Zaza Women Music Project dê derkeve ser dikê”
Bi çareserkirina pirsgirêkê re Komîteyê ragihand ku “Zaza Women Music Project” dê roja yekşemê di çarçoveya festîvalê de derkeve ser dikê û da zanîn:
“Koma me ya Zaza Women Music Projectê dê di çarçoveya çalakiyên Festîvala 23yemîn a Çand û Xwezayê ya Munzûrê de roja yekşemê, 27ê Tîrmeha 2025an, derkeve ser dikê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse