Di genetîka Misiriyekî de şopên Mezopotamyayê hatin dîtin

03-07-2025
RÛDAW
Nîşan Misir Mezopotamya Çemê Nîlê Pîramîdên Misirê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lêkolîneke nû ya dîrokî ku di kovara Nature de hatiye weşandin, destnîşan dike ku Çemê Nîlê wekî "rêyeke sereke ya kevnar" tevgeriyaye û ne tenê çand û ramanan lê wê mirov jî veguhastiye.

Dîtina gora fîrewnê Misirê yê kevnar Tutankhamun di sala 1923yan de cîhan hejand.

Key Tutankhamun ew fîrewnê ciwan bû ku gora wî ya kevnar û berhemên wî yên giranbiha ji dema ku hatin dîtin ve, nifş li pey nifşê heyran hiştine.

Zêdetirî bîst sal beriya vê vedîtina balkêş, arkeologan li Nuwayratê sîstemeke goran kolan û nêzîkî sed skelet dîtin.

Zêdetirî nîv sedsalê ye ku zanyar hewl didin rêzika genetîka van Misiriyên kevnar derxînin.

Niha lêkoler ji diranên skeletekî ku bi awayekî awarte baş parastî bû û di nava cêrekî gorê yê mohrkirî de hatibû dîtin genetîkên tevahî rêz kirine.

Ev skelet li şûnwareke goran a Misirê hatiye dîtin û dîroka wî  vedigere navbera 4,495 û 4,880 sal beriya niha.

Zilamê serdema pîramîdan ne tenê Misirî bû

Lêkolîn roja çarşemê di kovara Nature de hat weşandin.

Pontus Skoglund ji Enstîtuya Crick a Londonê û yek ji nivîskarên lêkolînê ye.

Pontus Skoglund li ser lêkolînê got, "Ev kesê ku me yekem genetîka wî ya kevnar a Misirê rêz kir, bi qasî 4,600 sal berê jiyaye ku em vê yekê ji rêbaza radyokarbonê dizanin û ev dem bi giştî bi dema avakirina Pîramîda Mezin a Gizayê re hevdem e.

Ew demeke gelekî girîng bû di dîroka Misira kevnar de.

Li gorî skeletê wî, xuya ye ku ev kes di temenê navsere de miriye û jiyaneke wî ya bi zehmetiyên fizîkî hebûye lê di heman demê de di vê gora ku di zinaran de hatiye kolandin de ku dibe nîşana statuyeke civakî ya bilind de hatiye veşartin."

DNAya kevnar, tevgera mirovan di navbera çandên Misira kevnar û Mezopotamyayê de aşkere dike.

Çar ji pênc parên genetîkê pêwendî bi Bakurê Afrîkayê û herêma derdora Misirê re nîşan dan.

Lê parek ji pênc parên genetîkê pêwendiyê bi wê beşê Rojavayê Asyayê yê di navbera rûbarên Dîcle û Feratê de ku wekî Hîlala Berhemdar tê naskirin û şaristaniya Mezopotamyayê wê demê lê geş bûbû nîşan da.

Delîlên arkeolojîk ên berê pêwendiyên bazirganî di navbera Misir û Mezopotamyayê de nîşan dabûn û wekheviyên di pêkhateya diranan de jî îşaret bi pêwendiyên mumkun ên bav û kalan dikirin.

Niha lêkolîna nû pêwendiya genetîkî zelal dike.

Li gorî zanyarekî Muzexaneya Brîtanyayê ku beşdarî lêkolînê ne bûye diyar dike ku îhtîmal e ku Çemê Nîlê wekî şahrêyeke kevnar a mezin tevgeriyabe û ne tenê çand û raman lê wê her wiha mirov jî vegûhastibe."

Skoglund rêzkirina genetîka şirove dike diyar dike ku wan ew kar wisa pêk aniye:

"Em çend mîlîgram, bo nimûne 20 milîgram ku dike hezarek gram, toz ji skelet wekî mînak di vê rewşê de ji diran radikin.

Bi rastî, ew bi qasî serê tilî toz e. Ji bo parastina mîrateya çandî, gelekî girîng e ku em skeletê heta ku dibe bila bibe saxlem bihêlin. Paşê em wê tozê dixin nav şilekan da ku DNAyê jê derxînin."

Skelet li şûnwarê arkeolojîk a Nuwayratê, di nava kompleksa gorên Misirê de, di odeyeke ku ji zinarên di çiyê hatibû kolandin de hatiye dîtin.

Nivîskar û biyoarkeolog Joel Irish ji Zanîngeha John Moores a Liverpoolê got, analîza şopên westandinê û hebûna nexweşiya înflamasyona movikan (artrît) di hin movikên wî de nîşan dide ku ew zilam di 60 saliya xwe de bûye û dibe ku karê çêkirina cêran kiribe.

Çemê Nîlê ne tenê av, mirov jî vediguhastin Mezopotamyayê

Wekheviyên di teknîkên çêkirina cêran û sîstemên nivîsandinê yên bi wêne (pîktografî) de, di nav pêwendiyên çandî yên berê di navbera Misira kevnar û Mezopotamyayê de hatibûn belgekirin.

Ew zilam hema beriya an jî nêzîkî destpêka Serdema Keyaniya Kevin a Misirê jiyaye ku di wê demê de Misira Jorîn û Misira Jêrîn wekî yek dewlet hatibûn yekkirin.

Vê yekê rê li ber serdemeke aramî ya siyasî û nûjeniya çandî vekir ku avakirina pîramîdên Gîzayê jî di nav de bû.

Hema heman demê, li Mezopotamyayê dewlet-bajarên Sumeriyan derketin holê û nivîsa bizmarî (mîxî) wekî sîstemeke nivîsandinê derket pêş.

Lêkolîneran ragihand ku ji bo bidestxistina wêneyekî zelaltir derbarê rade û dema tevgerên di navbera her du navendên çandî de, pêwîstî bi analîzkirina nimûneyên zêdetir ên DNAya kevnar heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst