Li Meletiyê Festîvala Fîlman a Zarokan dest pê kir

04-10-2025
Nîşan Meletî Fetîvala Fîlman a Zarokan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya Festîvala Rêya Çandê ya Meletiyê de bo zarokan çalakiya fîlmên zarokan tê lidarxistin.

Festîvala Fîlman a Zarokan a ji aliyê Weqfa Çandê ya Audiovisuelê û Sînemayê ya Tirkiyeyê (TURSAK) ve tê lidarxistin û dê heta 8ê Çiriya Pêşîn a li Sînemaya Yeşîlê ya Malatya Park AVMyê bidome.

Alîkara Birêvebirê Giştî yê Weqfa TURSAKê Nayme Taylan Sarulê got ku li Sînemaya Yeşîkê rojê 3 caran fîlm dê bê pere bên nîşandan.

Nayme Taylan Sarulê diyar kir ku li qadên hevpar ên Malatya Park AVMyê ji bo zarokan xebatên atolyeyê kirin û wiha axivî:

“Gelek çaliyên me yên wekî atolyeya Nivîskariya Afîrîner, Atolyeyên Nefesê, Atolyeya Xwendina Fîlman û qadên wekî lîstikvaniyê di gelek mijarên ku dê di warê sînemayê de piştgiriyê bide pêşketina zarokan hene.

Hemû çalakiyên me bê pere ne. Îro roja ewil a festîvala me ye û eleqe gelekî zêde ye.

Li salonê cihê vala nema. Em ji ber vê eleqeyê gelekî kêfxweş in."

Sarulê diyar kir ku çalakî dê 5 rojan bidomin û armanca wan ew e ku rojane bigihêjin 500 zarokî û got:

“Ev jî teqabûlî 2 hezar û 500 zarokî dike. Bi ya min ji bo Meletiyê reqamekî gelekî serkeftî ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst