Xelatên Festîvala Fîlman a Venedîkê hatin belavkirin

07-09-2025
RÛDAW
Nîşan Festîvala 82yemîn Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê Filistîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Festîvala 82yemîn Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû.

Festîvala 82yemîn Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê, festîvala sînemayê ya herî kevn a cîhanê ye û 27ê Tebaxê li Nîvgirava Lîdoyê ya Venedîka bajarê Îtalyayê dest pê kiribû.

Xelata mezin "Şêrê Zêrîn" ku ji bo fîlma herî baş tê dayîn, fîlma bi navê "Father Mother Sister Brother" ê derhênerê Amerîkî Jim Jarmusch wergirt.

Di şevê de xelata lîstikvanê herî baş ji ber performansa wî ya di fîlma bi navê "La grazia" de Toni Servillo wergirt.

Xelata lîstikvana herî baş jî ji ber rola wê ya di fîlma "The Sun Rises On Us All" de lîstikvana Çînî Xin Zhileiyê stand.

Xelata "Şêrê Zîvîn" ku ji bo derhênerê herî baş tê dayîn, derhênerê Amerîkî Benny Safdie ji bo fîlma xwe yê bi navê "The Smashing Machine" wergirt.

Xelata senaryoya herî baş jî senarîstên fîlma "At Work" Valerie Donzelli û Gilles Marchand wergirt.

Fîlma bi navê "The Voice of Hind Rajab" ku behsa çîroka zarokeke 5 salî ya Filistînî Hind Recebê dike ku di êrişa artêşa Îsraîlê de hatibû kuştin, Xelata Mezin a Juriyê ya Şêrê Zîvîn wergirt ku wekî xelata duyem a mezin a festîvalê tê dîtin.

Peyamên piştgiriya ji bo Filistînê hatin dayîn

Derhênera Tûnisî ya fîlma "The Voice of Hind Rajab", Kaouther Ben Haniayê di axaftina xwe de got ku ew vê xelatê diyarî Heyva Sor a Filistînê û kesên ku li Xezeyê jiyanan rizgar dikin, dike.

Haniayê da zanîn ku fîlma "The Voice of Hind Rajab" dengê Xezeyê ye, banga alîkariyê ya ji bo tevahiya cîhanê ye lê kesî bersiv nedaye wê bangê.

Haniayê diyar kir ku dengê Hindê dê heta ku hesab bê pirsîn û edalet pêk were, bidome û anî ziman:

"Ev çîroka tevahiya gelekî ye ku bi awayekî trajîk rastî komkujiya rejîma Îsraîlê ya sûcdar a ku nayê cezakirin, tê."

Haniayê bi bîr xist ku dayîk û xwişka Hind Recebê hîn jî li Xezeyê ne û her roj di bin heman tirs, birçîbûn û bombebaranê de ne.

Derhênera Tûnisî wiha li pey çû:

"Jiyana wan ne meseleyeke xêrê ye, meseleyeke edaletê û mirovahiyê ye, berpirsyariya herî kêm e ku cîhan deyndarê wan e."

Haniayê hêvî kir ku ev fîlm bibe alîkar ji bo rawestandina şer û axaftina xwe bi gotina "Filistîna Azad" bi dawî anî.

Ana Cristina Barragan a Ekvadorî ku bi fîlma "The Ivy" Xelata Senaryoya Herî Baş a Orizzontiyê wergirt, axaftina xwe ya bi Spanî bi gotinên "Filistîna Azad" bi dawî anî.

"Aştî, azadî û rizgarî mafê her zarokî ne û Filistîn jî ne îstisna ye"

Anuparna Roya ji Hindistanê ku bi fîlma xwe "Songs of Forgotten Trees" Xelata Derhênera Herî Baş a Orizzontiyê wergirt, di axaftina xwe de peyama piştgiriya ji bo Filistînê da.

Royê anî ziman ku ew dixwaze behsa bûyereke gelekî mezin û karesatbar a li Filistînê bike û got, "Aştî, azadî û rizgarî mafê her zarokî ne û Filistîn jî ne îstisna ye."

Anuparna Royê her wiha anî ziman:

"Ez ji bo vê yekê li çepikan nagerim. Berpirsyarî ye ku mirov kêliyekê raweste û li ser rawestandina li kêleka Filistînê bifikire.

Dibe ku welatê min bertekê nîşan bide lê êdî ji bo min ne girîng e."

Derhênera Fasî Maryam Touzaniyê ku bi fîlma xwe "Calle Malaga" Xelata Temaşevanan a Armani Beautyê wergirt, di axaftina xwe de tekez kir ku ew di dema wergirtina vê xelatê de êşê dikişîne û nikare zilma ku her çirke li gelê Filistînê tê kirin ji bîr bike.

Maryam Touzaniyê da zanîn:

"Îro wekî dayîkekê, ez dikarim xwe bi şans bihesibînim ku dema diaxivim dikarim li zaroka xwe binêrim?

Çend zarok bê dê û bav man? Wan her tiştê xwe winda kir, heta ku ev hovîtî bi dawî bibe dê çend kesên din winda bikin?

Belê, em hêsrên xwe paqij dikin û rêya xwe didomînin lê em red dikin ku mirovahiya xwe winda bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst