Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka nivîskar û aktîvîstê zimanê kurdî Besîm Baykal "Çanda Çiyayî-Li Herêma Oremar Peyvên Nepenî" ji aliyê Weşanxaneya Sîtavê ve hate çapkirin.
Pirtûka Çanda Çiyayî weke ku ji nav jî diyar e, li ser çanda gundewar a deverên çiyayî hatîye amadekirin. Pirtûk balê dikişine ser jiyan û çanda berê ku êdî ji nav civakê radibe. Mirov bi rengekî zelal dibîne ku civaka Kurdan a berê bêje hema her tiştê xwe bi xwe çareser dikir. Mirov dibîne ku di warê çandiniyê de civak çiqas pêşketî bûye û bi îmkan û derfetên xwe, xwe li ser piyan girtiye û ji bo debara jiyanê hewceyî bi tu pergal û dewletan nebûye.
Mijareke din a ku mirov xweziyê pê de dibe mijara bi hev re jiyanê ye. Bi devê kesên pîr û kal behsa jiyana komînal tê kirin û mirov dibîne ka civakê çawa jiyaneke komînal bi hev re derbaz kiriye û di her warê jiyanê de bi alîkariya hev û du li hemberî zor û zehmetiyan pirsgirêkên xwe çareser kirine û li ser piyan maye.
Dîsa mijareke din a gelek girîng mijara têkiliyên însanî ye. Mirov dibîne ku di wê jiyanê de însanetî, heskirin, dostanî li pêşiya her tiştî ye. Ango manewiyat gelek li pêş e, maddiyat gelek li paş e.
Mijareke din jî ya herî mirov biber kûrahiyê ve dibe, jina kurd a wê demê ye. Ev jinên kêrhatî afirîner, wêrek û xwedî huner bûne ku di her hêlê de jiyan afirandine.
Her çiqas devera Oremar esas hatibe girtin û berhem ji devê pîr û kalên wê herêmê pêk hatibe jî, ev berhem eynika hemû deverên din ên çiyayî yên Kurdistanê ye. Ji ber ku jiyana çiyayî ya Kurdan xar û jor li her derê wekî hev e.
Mijareke din ya girîng peyvên kevnar in ku di vegotinên pîr û kalan de xwe dane der. Ew peyv bêje hema di tu ferhengan de tune ne. Ji ber wê di dawîya pirtûkê de ferhengokek dewlemend hatiye amadekirin.
Pirtûk bi wêneyên rengîn hatiye xemilandin û rengîn hatiye çapkirin.
Ev berhem ji bo naskirina jiyan û çanda gundewar a deverên çiyayî berhemeke herî baş sûdewer e.
Berhem ji 306 rûpelan pêk tê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse