Hewlêr (Rûdaw) - Festîvala 5emîn a Navneteweyî ya Fîlman a Silêmaniyê bi fîlma Mehmet Alî Konar a bi navê “Dema Pelên Gozan Zer Dibin” dest pê dike.
Çalakiyên Festîvala 5emîn a Navneteweyî ya Fîlman a Silêmaniyê dê bi dirûşma "Çanda Kurdî û Zimanê Dayîkê" di navbera 9 û 16ê Çiriya Pêşîn a 2025an de bên lidarxistin.
Çalakî dê li Hola Kongreyan a Zanîngeha Silêmaniyê û holên Sîtî Sînemayê bên lidarxistin.
Tora Medyayî ya Rûdawê wekî sponsorê medyayî yê festîvalê, dê çalakiyan bi berfirehî veguhêze û Zanîngeha Silêmaniyê jî hevparê sereke yê festîvalê ye.
Berpirsa Ragihandina ya Festîvalê Aşna Reûfê ji Rûdawê re ragihand ku wan fîlma derhênerê ji Bakurê Kurdistanê Mehmet Alî Konar a bi navê “Dema Pelên Gozan Zer Dibin” ji bo vekirina festîvalê hilbijartiye.
Aşna Reûfê da zanîn ku fîlm dê 9ê Çiriya Pêşîn saet 19:00an li Salona Kongreyê ya Zanîngeha Silêmaniyê were nîşandan û ji bilî derhênerê fîlmê çend kesên din jî dê ji ekîba fîlme beşdarî nîşandana fîlmê bibin.
Fîlm bi Kurdî ye
Fîlm sala 2023yan hatiye girtin û zimanê wê jî Kurdî ye.
Di fîlmê de Korkmaz Arslan, Ferset Îzzet, Mehmet Feyzî Konar, Heval Nayîf, Atîye Ozdîl û Canan Orekîl rol digirin.
Fîlm li ser çîroka Feyzî û bavê wî Ciwan ava dibe.
Bav bi nexweşiyeke giran ketiye û dixwaze kurê xwe ji bo jiyaneke rastîn amade bike.
Di nav vê çarçoveyê de, fîlm bi taybetî bandora şideta siyasî ya li Bakurê Kurdistanê ya 40 salên dawî radixe ber çavan.
Di diyalogên di navbera bav û lawê wî de, em rastî rûbirûbûna bi şidetê re tên.
Mehmet Alî Konar bi vê fîlm û berhemên xwe yên din gelek serkeftin bi dest xistine û zêdetirî 30 xelatên navneteweyî wergirtine.
Mehmet Elî Konar berî vê fîlmê jî du fîlmên dirêj çêkirine:
- Govenda Elî û Zîn Anayê (2021) - 65 xulek
- Xewna Bêreng (2018) - 62 xulek
Li gorî gotina organîzatoran, festîval dê îsal ji salên borî mezintir û berfirehtir be. Ji nav 1,500 fîlmên ku ji 30 welatên cuda hatine şandin, 150 fîlm ji bo nîşandanê hatine hilbijartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse