Nermîn Kawanî: Hunera Kurdî lawaz e û piştgiriyê nabîne

21-10-2025
Peyam Serbest
Peyam Serbest
Nermîn Kawaniyê bersiv da pirsên Peyam Serbestê / Wêne
Nermîn Kawaniyê bersiv da pirsên Peyam Serbestê / Wêne
Nîşan Nermîn Kawanî Hunera Kurdî Festîvala Fîlman a Silêmaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lîstikvana Kurd Nermîn Kawaniyê rewşa hunerê ya li Herêma Kurdistanê bi tundî rexne kir û got, “Hunera Kurdî di hemû warên xwe de lawaz e û piştgiriya wê nîne.”

Nermînê her wiha da zanîn ku ji ber nebaşbûna kalîteya berheman, ev 11 sal in ji karê sehne û ekranê dûr ketiye.

Festîvala 5emîn a Navneteweyî ya Fîlman a Silêmaniyê hat lidarxistin.

Nermîn Kawanî jî beşdarî festîvalê bû û bersiv da pirsên Nûçegihana Rûdawê Peyam Serbestê.

Nermînê derbarê festîvalê de got, “Bi rastî festîvaleke gelekî baş bû. Hêvîdar im bibe kevneşopiyeke salane û careke din raneweste, ji ber ku rawestandina wê bandoreke neyînî kir û lawaziyek çêkir.

Hebûna festîvalê ji bo her bajarekî girîng e û di navbera hunermendan de jî liv û bandoreke xweş çêdike.”

“Hunera Kurdî lawaz e û piştgiriyê nabîne”

Nermînê derbarê rewşa niha ya hunera Kurdî dilgiraniya xwe nîşan da û got:

“Mixabin ez vê yekê ji dilê xwe nabêjim lê divê ez rastgo bim. Hunera Kurdî di hemû warên xwe de lawaz e û piştgiriya wê nîne.

Ne ji temaşevanan, ne ji hikûmet û rayedaran û ne jî ji kompanyayan piştgiriyeke têr nîne.

Heta me wekî hunermendan jî hunera xwe lawaz kiriye û hunera xwe rawestandiye.”

Nermînê karên hunerî yên berê û yên niha dan ber hev û anî ziman ku tevî nebûna derfetên teknîkî û madî, berê bêtir berhem dihatin çêkirin.

“Projeyên ku tên ne di asta min de ne”

Nermînê li ser karên xwe jî got, “Bi salan e min sê rêzefîlm çêkirine lê niha 10-11 sal in min karekî ku ez bixwazim nekiriye.

Projeyên ku tên, ne di asta hêvî û pîvanên min û temaşevanan de ne. Divê ez karekî ji yên berê çêtir bikim, ne karekî lawaztir.”

Hunermenda Kurd bal kişand ser rola sektora taybet a di sînemayê de û ji budceyên kêm û piştgiriya kêm gazin kir û wiha li pey çû:

“Kesên ku piştgiriyê didin bi tiliyên destekê tên hejmartin û çêkirina karekî mezin ê li gorî pîvanên cîhanî hema bêje ne mimkin e.

Hinek derhêner dibêjin, ‘Min mala xwe û otomobîla xwe firot da ku ez karibim karê xwe biqedînim.’”

Nermînê her wiha eşkere kir ku hezkirina wê ya ji bo lîstikvaniyê ji 14 saliya xwe ve bi wê re ye lê şert û mercên heyî ew ji sehneyê dûr xistiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst