Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Mearet Numanê yê parêzgeha Îdlibê ya Sûriyeyê ji aliyê mutehîtekî ve goristaneke serdema Bîzansiyan hat dîtin.
Bi gotina Birêviberê Saziya Şûnwaran a Îdlibê, dîroka vê goristana Bîzansiyan vedigere zêdeyî 1500 sal berê.
“Dîroka vê gortistanê vedigere serdema Bîzansiyan”
Birêvibirê Saziya Şûnwaran a Îdlibê Hesen Îsmaîl li ser goristanê ev agahî dan:
“Ev pêgeha şûnwarî ji du gorisatanan pêk hatiye, 6 gorên kevirî li xwe digire.
Bi hebûna xaç û perçeyên qehfik û caman dîroka vê gortistanê vedigere serdema Bîzansiyan.”
Şûnwarnasên pêwendîdar dibêjin ku li Îdlibê 800 pêgehên şûnwarî hene.
Her wiha dibêjin ku Îdlib sêyeka şûnwarên Sûriyeyê li xwe digire û piraniya wan jî ên serdema Bîzansiyan in.
“Divê hikûmet girîngiyê bide şûnwaran”
Niştecihê Mearet Numanê Xiyas Şêx Diyab diyar kir ku divê hikûmet girîngiyê bide şûnwaran û li pey çû:
“Berê dema xelkê şûnwarek didît vedişart wekî tu tawanekî veşêre.
Divê şûnwar û milkê ku şûnwar lê hatiye dîtin neyên desteserkirin.
Divê hikûmet girîngiyê bide şûnwaran û wan nûjen bike da ku xelk here wan deran û dîroka bajêr zanibe.”
Di sedsala çaremîn a Zayînî de Împeratoriya Bîzansiyan wekî beşa rojhilat a Împeratoriya Romanî dihat hesabkirin ku paytexta wê Constantin (Stenbola niha) bû, Sûriye jî beşeke wê bû.
Li gorî şûnwarnasan niha li bakurrojavayê Sûriyeyê gelek pêgehên şûnwarî yên Bîzansiyan ên wekî peykeran mane ku mal, cade û goristanên kevirî li xwe digirin.
Ev şûnwar wekî “ Bajarên Mirî” tên binavkirin û wan cihan di 14 salên şerê navxwe yê Sûriyeyê de gelek zerer dîtiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse