Amed (Rûdaw) – Birêvebirê Komeleya Akademiya Sînemagerên Rojhilata Navîn Emîn Îsî got, “Sînemaya Kurdî bi ruhê hevaltiyê û bi ruhê berxwedanê dimeşe.”
Di van salên dawiyê de li Dihok, Silêmanî, Amed û Qamişloyê festîvalên fîlmên Kurdî tên lidarxistin.
Di her festîvalê de bi dehan fîlmên Kurdî tên nîşandan.
Gelo sînemagerên Kurd ji bo qezenckirina pereyan vî karî dikin an ji bo bipêşxistina sînemaya Kurdî? Ji bo fîlmên Kurdî bazareke baş ava bûye yan na?
Em dê di vê raporê de li gel Festîvala 3yemîn Fîlman a Amedê li ser van pirsan û rewşa bazara sînemaya Kurdî jî bisekînin.
Li Amedê Festîvala 3yemîn Fîlman dest pê kir.
Festîval ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê birêvebirin.
Ji çar aliyên Kurdistanê û diyasporayê derhênerên Kurd bi fîlmên xwe beşdarî vê festîvalê bûn.
Li gorî Komeleya Sînemageran piraniya derhênerên Kurd wekî qadeke berxwedanê vî karî dimeşînin.
Ji ber vê yekê ne derhêner, ne lîstikvan û ne jî kesên di teknîka kar de dixebitin ti qezencan bi dest naxin.
“Sînemaya Kurdî bi ruhê berxwedanê dimeşe”
Birêvebirê Komeleya Akademiya Sînemagerên Rojhilata Navîn Emîn Îsî got:
“Sînemaya Kurdî bi ruhê hevaltiyê û bi ruhê berxwedanê dimeşe. Wekî qadeke ku kesên diçin jê pere qezenc bikin tune ye.
Zêdetirê wan dildarên sînemayê ne, dixwazin sînemaya Kurdî bi pêş bikeve.
Ew kes in ku dixwazin gotina Kurdan hebe û ew gotina Kurdan were ser perdeyê û li dinyayê belav bibe.
Dixwazin Kurd bi xwe çîrokên xwe bibêjin. Di sînemaya Kurdî de bi wî rengî xebat tên meşandin.”
“Pêdivî bi budçeyê heye”
Ji ber ku di qada fîlmên Kurdî de bazareke ku têr bike tune ye, li cihên wekî Amedê şaredarî dikevin dewrê û dixwazin barê derhêneran sivik bikin.
Birêvebirê Beşa Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Tahir Baykuşak jî got:
“Her tim divê şaredarî bi awayekî piştgiriyê bidin lê ji bo Rojava, ji bo Başûrê Kurdistanê wezaretên rewşenbîriyê hene.
Pêdivî pê heye her sal budçeyek ji şanoyê re, ji sînemayê re bê veqetandin da ku derhêner karibin bi rihetî fîlmên xwe kuta bikin û derxin vîzyonê.”
Pêşniyara hevkariya Dihok, Silêmanî û Amedê
Li gorî derhêneran bi xêra festîvalên fîlman ên li Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê çêdibin bingehek ji fîlmên Kurdî re çêdibe lê ev yek negihiştiye asteke pîşesaziyê.
Derhênerê Sînemayê Veysî Altay jî got:
“Divê Festîvala Fîlman a Amedê têkiliyên xwe bi Dihokê re, bi Silêmaniyê re, Londonê re û Hamburgê re xurt bike û têkiliyên wan bi hev re xurt bin.
Eger ev çêbibe dê aliyekî aborî jî derkeve holê, karsaz jî dê bala xwe bidin meseleyê, sînemager jî dê hîn rihetir pere bibînin û fîlman bikişînin. Ev giş girêdayî hev in.”
Li Tirkiyeyê di nava bazara fîlmên Tirkî de gelek derhênerên Kurd ên dewlemend hene.
Lê ji ber sedemên ewlehiya paşerojê ew xwe ji çêkirina fîlmên Kurdî dûr dikin.
Ji ber vê yekê jî piraniya derhênerên ku fîlmên Kurdî çêdikin polîtîk in û xwedî hişmendiyeke Kurdewarî ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse