Festîvala 3yemîn a Fîlman a Amedê: Sînema bandoreke çawa li zimên dike?

8 demjimêr berê
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Derhêner û temaşevanên ku ji Rûdawê re axivîn\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Derhêner û temaşevanên ku ji Rûdawê re axivîn\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Festîvala Fîlman a Amedê Zimanê Kurdî Fîlmên Kurdî Derhênerên Kurd
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê Festîvala  3yemîn a Fîlman a Amedê bi nîşandana fîlman û panelan berdewam dike.

Di festîvalê de bi giştî 84 fîlm hatin nîşandan ku 28 ji wan bi zimanê Kurdî bûn.

Her wiha di festîvalê de 8 fîlmên ku hatin nîşandan duzimanî (Kurdî û zimanekî din) bûn û piraniya fîlmên din jî bi zimanên biyanî bûn.

Yek ji mijarên herî germ ên festîvalê, hêmaya zimên a di sînemayê de û bandora wê ya li ser civakê bû.

Derhêner, lîstikvan û temaşevanan li ser pirsa "Gelo fîlmên Kurdî çawa dikarin bandoreke baş li ser axaftina zimanê Kurdî bikin?" nêrînên xwe anîn zimên.

"Ziman wekî hestiyê laş e"

Derhêner Zanyar Mihemednîko girîngiya zimên wekî anatomiya laş pênase kir û got:

"Çawa ku bi nebûna hestî tu nikarî bimeşî û nikarî wekî mirovekî bijî, ziman jî ji bo civakekê wisa ye.

Em li vir behsa zimanê Kurdî û sînemaya Kurdistanê dikin. Teqez dikare bandorê bike.

Eger ew fîlm serkeftî bin û xwedî rihekî serbixwe bin, bandorê li karakteran û temaşevanan dikin."

"Huner bandorê li xelkê dike"

Derhêner Rowal Navgundî jî bal kişand ser bikaranîna zimên a di hunerê de û wiha axivî:

"Zimanê me jî wekî zimanê hemû miletên din e.

Em çi qas girîngiyê bidin zimanê xwe, em çi qas di karê xwe yê hunerî de bi kar bînin û ew karên hunerî bên parvekirin, ez bawer im dê ew qas kartêkirinê li wî xelkî bike."

Di festîvalên fîlman ên li Bakurê Kurdistanê de ziman wekî hêmaya herî xurt a di navbera temaşevan û sînemageran de derdikeve pêş.

Temaşevan çi difikirin?

Beşdarên festîvalê jî li ser bandora dîtbarî û bihîstbarî ya sînemayê hemfikir in.

Temaşevan Lezgîn Kitêpçiyan jî got, "Sînema jî wekî pirtûk, şano û muzîkê, hem ji aliyê dîmenan ve hem ji aliyê deng ve tesîreke mezin li ser mirovan dike."

Temaşevan Guneş Ugurluyê jî diyar kir ku dîtina zimanê dayikê li ser perdê statuya çandê bilind dike û got:

"Dema xelk dibîne ku bi zimanê wan tiştek çêdibe, guhdarî dike. Çiqas guhdarî bike, ew qas di çand û statuya wî de mezintir dibe."

Temaşevan Hediye Leventê jî got, “Ziman bandoreke mezin çê dike. Ji ber vê yekê bandora fîlm û sînemayê girîng e û mezin e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst