Amed (Rûdaw) - Festîvala Sêyemîn a Fîlman a Navneteweyî ya Amedê ku bi dirûşma "Dinya bi çîrokan tê ba hev" hatibû lidarxistin, bi merasîmeke taybet a xelatdayînê bi dawî bû.
Festîvalê 7 rojan domand û di vê maweyê de 84 fîlm hatin nîşandan.
Di encama festîvalê de fîlm ji aliyê juriyê ve hatin nirxandin û di kategoriyên cuda yên wekî kurtefîlm, fîlmên metrajdirêj, belgefîlm û senaryoya herî baş de xelat hatin belavkirin.
"Qîmeta aştiyê"
Birêvebira Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn Lîsa Çalanê di merasîmê de got:
"Tişta balkêş ew bû ku me di her çîrokekê de xwe û hêleke xwe dît.
Kesên ku di nav şer de nejiyabin, dê çawa qîmeta aştiyê bizanibin? Ev çîrok dê bi aştiyê şên bibin û geş bibin.
Eger em îro dikarin bi vî rengî û bi vê coşê festîvala xwe li dar bixin, bi saya pêvajoya aştiyê ye."
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcakê jî bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û sînemager û siyasetmedar Sirri Sureyya Onder bi bîr anî.
Serra Bucakê got, "Sirri Sureyya wiha digot, 'Di sedsala 21ê de roman û helbestên hîna nehatine nivîsandin dê Kurd binivîsin û fîlmên hîna nehatine çekirin jî dê Kurd çêkin.'
Wate digot dê helbesta aştiyê, helbest û romana demokrasiyê Kurd binivîsin û fîlma aştiyê jî dê Kurd çêkin.
Li Rojhilata Navîn yên ku bi Kurdan re aştî û demokrasiyê dixwazin, dê xeyala Sirri Sureyya bi cih bînin û dê fîlma herî xweş a aştiyê çêkin."
Xelat hatin belavkirin
Di festîvalê de ji Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê û ji diyasporayê bi dehan sînemagerên amade bûn.
Derhênerê Rojavayî Mano Xelîl, bi fîlmê xwe yê "Cîran" xelata dîmenê herî baş wergirt.
Mano Xelîl li ser xelatê got, "Bi rastî îro ev xelata ku min girtiye, dê xelatên ku fîlmê Cîranê standine temam bike.
Me bi fîlmê Cîranê xelata derhêneriyê stand, me xelata senaryoyê stand, me xelata lîstikvaniyê standiye. Me îro jî xelata baştirîn dîmenan stand."
Sînemagerê ji Başûrê Kurdistanê Raber Îbrahîm xelata senaryoya herî baş wergirt û hestên xwe wiha anîn zimên:
"Ez bi senaryoya 'Tarî û Ronahî' beşdar bûbûm. Xweşbext im ku min xelat wergirt.
Ev xelat, xelata baştirîn senaryoya kurtefîlm e. Ev xelat ji bo sînemagerên Kurd gelekî girîng e. Hêvîdar im ev festîval berdewam bike ku ciwan karibin xewnên xwe bikin rastî."
Derhêner Elî Kemal Çinar jî xelata senaryoya herî baş û dîmenê herî baş wergirt.
Çinar jî ji Rûdawê re got, "Xelata min a yekem li ser senaryoyê bû. A duyem jî min bi fîlma ku hat nîşandan stand.
Min di fîlm de li ser baştirbûna dîmenan jî xelat stand. Wate min du xelat wergirtin."
Nûnerê Salim Salewatî yê ji Rojhilatê Kurdistanê Baran Ehmedî jî Xelata Şehîd Mensûr wergirt û got:
"Ez Baran Ehmedî nûnerê Kek Salim Salewatî me. Ev xelata min girtiye Xelata Şehîd Mensûr e û gelekî hêja ye.
Gelekî kêfxweş im ku beşdarî Festîvala Amedê bûm. Hêvîdar im salên bê jî festîvaê berdewam bike."
Merasîm bi soza ku sala bê 4emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê bi rengekî gelekî cudatir û bihêztir were lidarxistin bi dawî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse