Şam (Rûdaw) - Festîvala Biziqê ya ku bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê li Şama paytexta Sûriyeyê hat lidarxistin, di roja xwe ya sêyem û dawî de bi awazên Efrînî bi dawî bû.
Amûrjenê Efrînî Ekrem Sazvanê ku 15 sal in ji warê xwe dûr e, diyar kir ku ev roj ji bo wan gelekî taybet e.
“Ev tembûr mirovan kom dike”
Ekrem Sazvan bandora muzîkê ya li ser mirovan wiha anî zimên:
“Ez ji 7-8 saliya xwe ve li tembûrê dixim û niha ez 50 salî me. 15 sal in li Helebê me û ji ber zilm û pirsgirêkan nikarim vegerim Efrînê.
Derfet çênebû ku ez serdana gund û malbata xwe bikim. Nêzîkî 300-400 gundên me hene ku xelkê wan belav bûye.
Îro ev tembûr hemû mirovan kom dike û di navbera gelên Sûriyeyê de evînê diafirîne.
Ev tembûra dayikê ye, temenê wê di navbera 5 hezar û 6 hezar salî de ye.”
Di festîvalê de ne tenê Kurd, amûrjenên Ereb jî bi awazên Kurdî beşdar bûn.
Di nava temaşevanan de jî Kurd, Ereb û Xiristiyanên ji hemû temenan amade bûn.
“Siyaset mirova ji hev cuda dike, muzîk wan digihîne hev”
Organîzatorê festîvalê Îdrîs Murad jî amaje bi hêza yekkirinê ya muzîkê kir û got:
“Yên ku siyaset wan ji hev cuda dike, muzîk û awaz wan li hev kom dike. Wekî we dît, di nav beşdaran de Ereb û Kurd hebûn.
Di programa îro de tenê awazên Kurdî hebûn lê tevî vê yekê, me hezkirineke mezin a temaşevanan dît.
Pir girîng e ku awazên Kurdî û Erebî yên folklorîk li ser dikê bin da ku winda nebin."
Festîvala Biziqê ku bi alîkariya Wezareta Çandê ya Sûriyeyê hatibû organîzekirin, nêzîkî 60 amûrjenên biziq, tembûr, gîtar, org û çeloyê ji Qamişlo, Kobanî, Efrîn, Şam û Humsê beşdar bûbûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse