Li Enqereyê zarok bi stran û reqsê fêrî Kurdî dibin

12-11-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Koma Gerok a Mayê
Koma Gerok a Mayê
Nîşan Koma Gerok a Mayê Enqere Şêrko Kanîwar
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Koma Gerok a Mayê li Navenda Çand û Hunerê ya Anatoliyayê ya li Enqereyê ji bo zarokên Kurd komxebateke perwerdeyê li dar xist.

Zarok di komxebatê de hem şa dibin hem jî bi riya stran û reqsê fêrî zimanê Kurdî dibin.

Li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê, Navenda Çand û Hunerê ya Anatoliyayê mazûvaniya çalakiyeke taybet a ji bo zarokên Kurd kir.

Koma Gerok a Mayê ya ku navenda wê li Amedê ye, ji bo zarokan kargeheke perwerdeyê vekir û zarokan bi boyaxên rengîn hêviyên dilê xwe nexşandin.

“Em dê zarokên Kurdistanê bê muzîk nehêlin”

Endamê Koma Gerok a Mayê Şêrko Kanîwar armanca koma xwe wiha anî ziman:

“Kom li Amedê hat damezrandin. Piştî ku şaredariyên me bi destê qeyûman hatin dagirkirin, ji wê rojê heta niha em dibêjin, ‘Ji bo her kesî û li her derê muzîk’.

Em dê zarokên Kurdistanê bê muzîk nehêlin. Ji bo ku em bikarin bi zarokên Kurd re bi zimanê Kurdî karê muzîkê bikin û stranan bêjin, em li her derê Kurdistanê û cîhanê digerin.”

Di çarçoveya kargehê de zarok bi stranên Kurdî direqisin û hînî gotinên Kurdî dibin.

Hem zarok û hem jî malbatên wan ji ber vê xebata Navenda Çand û Hunerê ya Anatoliyayê kêfxweş in.

“Zarokên me zêde Kurdî xeber nadin”

Dayikeke bi navê Ayşegul Çelîkê kêfxweşiya xwe wiha anî ziman:

“Gelek rind e, karekî gelek baş hatiye kirin, gelek li min xweş hat. Zarokên me zêde Kurdî xeber nadin.

Ev çalakî ji bo zarokan baş bû. Em li malê bi zarokan re Kurdî xeber didin lê ew bersiva me bi Tirkî didin. Loma em dê êdî zarokên xwe bişînin vê navendê.”

Bavê bi navê Osman Mihemed jî got, “Min li ser torên civakî ev çalakî bihîst, dema min ji keça xwe Payîzê re got, ew jî gelek bi kelecan bû û em hatin.

Bi rastî gelek girîng e ku li bajarekî wekî Enqereyê ev çalakî hatiye kirin. Ji bo zarokan girîng e ku bizanin li Enqereyê li navendekê karê Kurdî heye.

Ev yek Kurdî ji bo wan normalîze dike.”

Zarokên ku beşdarî kargehê bûn jî hestên xwe anîn ziman:

Bager Temel got jî, “Navê min Bager e. Min stran gotin û ez bi hevalên xwe re hatim. Ez gelekî kêfxweş bûm.”

Maya Kurdê jî got, “Pir xweş bû, min hem stran gotin hem jî em leyîstin.”

Payîz Osman jî got, “Keyfa min xweş e. Min stran gotin û lîstik lîstin.”

Koma Gerok a Mayê dê hefteyên pêş me jî li Navenda Çand û Hunerê ya Anatoliyayê li ser vekirina atolyeyên bi Kurdî xebatên xwe bidomîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst