Hewlêr (Rûdaw) - Romana navdar a nivîskar, efsanebêj û romanivîsê navdar Yaşar Kemal “Ağrıdağı Efsanesi” (Efsaneya Çiyayê Agiriyê) bi Kurdî hat çapkirin.
Rojnameger û nivîskar Salih Kevirbirî roman wergerandiye Kurdî û Weşanxaneya Nûbiharê çap kiriye.
Roman ji 136 rûpelan pêk tê û naverok û karakterên sereke yên romanê wisa ne:
Romana “Efsaneya Çiyayê Agiriyê” her wekî ji navê xwe jî diyar e, berhemeke di navbera roman û efsaneyê de ye. Lehengê vê efsaneyê Ehmed e.
Li gorî vê efsaneyê, hespek tê li ber deriyê Ehmed disekine. Li ser pêşniyara Sofî ku rîspiyê gund e, Ehmed 3 caran hespê hatiye ber derî, dibe li cihekî dûr berdide lê her 3 caran jî hesp vedigere û tê ber deriyê wî.
Loma êdî hesp qismetê wî ye û nabe ku bê vegerandin, heger xwediyê wî mîr be, beg be an jî paşa be.
Derdikeve holê ku hesp, hespê Mehmûd Xanê xwediyê Kela Bazîdê ye. Hesp nîşaneya hêzê ye lê li gorî erf û adetan êdî nabe ku hesp li Mehmûd Xan û Qesrê bê wergerandin.
Mehmûd Xan, bi fen û fûtan Ehmed dixapîne û dikeve zîndana Qesra Bazîdê. Di vê navberê de eşq û evîna Ehmed û Gulbihara keça Mehmûd Xan destpê dike.
Mehmûd Xan, berê Ehmed dide bilindahiyê Çiyayê Agiriyê. Heger ew li serê Çiyayê Agiriyê agirekî pêxe dê keça xwe bidê.
Heta wî çaxî ev nebûye para kesî, kesê hewl daye jî ji hêla çiyê ve hatiye daqurtandin lê Ehmed êgir pê dixe.
Roman behsa têkoşîna gelê Bazîdê dike
Roman behsa têkoşîna gelê Bazîdê, Agiriyê û dorhêla wê dike ku li dijî Mehmûd Xan li kêleka Ehmed cihê xwe digire.
Her wiha evîna efsaneyî ya Ehmed û Gulbiharê mijara sereke ya vê berhema navdar e.
Ji bilî Ehmed û Gulbiharê; Mehmûd Xan, Sofî, Hisoyê Hesinkar, Memoyê Serdergevan, Şêxê Kerwanan û çend beg û axayên Serhedê karakterên sereke yên romanê ne.
Salih Kevirbirî yê wergêrê romanê, di kitêbê de nivîseke spasiyê nivîsandiye û tê de behsa serpêhatiya wergerê, hevnasiya xwe û Yaşar Kemal û spasiya çend kes û saziyan kiriye.
Kevirbirî bi van gotinan wergera xwe diyarî nivîskarê mezin ê Kurd Yaşar Kemal kiriye:
“Wekî gotina dawî, ez vê wergera Kurdî ya vê romana qerase diyarî rûhê pak ê hosteyê mezin Yaşar Kemal dikim.
Wisa hîs dikim û di wê baweriyê de me ku ew niha ji bilindahiyên Çiyayê Agiriyê û qeraxên Gola Wanê bi sê denga gazî me/gazî we dike û silavên germ ji hemû dengbêj û çîrokbêjên me dike ku heta niha bûne sedem ku zimanê me yê qedîm heta niha parastî bimîne…”
Bergê berhemê
Portre ango xêzeke Ahmet Guneştekîn berga kitêbê dixemilîne. “Pêxemberê ku li Agiriyê Digere” navê portreya hunermend û resamê Kurd ê navdar e. Xêz û nîgarên klasîk ên nava kitêbê ku êdî ew jî wekî kitêbê navdar in, xêz û nîgarên ressamê navdar Abîdîn Dîno ne.
Di dawiya kitêbê de nivîseke wergêrê kitêbê jî heye ku sernavê wê “Têbiniya Wergêr” e.
Wergêr di vê nivîsa xwe de, tevî kurteanalîzekê, kilama ku di romanê de bi awayeke nivîskî derbas dibe, çawa ku ji devê dengbêjekî hatibe gotin honandiye û wekî kilam nivîsandiye.
Efsaneya Çiyayê Agiriyê sala 1970yî çap bûye û li seranserê dinyayê li gelek zimanan hatiye wergerandin û çapkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse