Bêbuhar; Evîndarê azadiya Kurdistanê

15-01-2023
Besam Mistefa
Helebstvanê Kurd Yûsif Berazî naskirî bi Bêbuhar
Helebstvanê Kurd Yûsif Berazî naskirî bi Bêbuhar
Nîşan Yûsif Berazî Bêbuhar Helbestvanê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro salvegera koça dawî ya helbestvanê navdar ê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Yûsif Berazî ye ku wek Bêbihar dihat naskirin. Yûsifê Berazî di hemû helbest û berhemên xwe de doza azadiya Kurdistanê dikir û gelek helebst di wesfa Kurdistanê de gotine.

Yusif Berazî (Bêbuhar) ji Beraziyên herêma Kobanî bû, lê li Serê Kaniyê bi cî bûbû. Ew di sala 1931 ji dayîk bûbû û roja 15 Çileya sala 2009an li Serê Kaniyê koça dawî kir.

Bêbuhar awazdaner, stranbêj û hunermend jî bû û 5 dîwanên helbestan li pey xwe hiştin. Gelek hunermendên navdar jî gotin û awazên wî kirin stran û bi berhemên wî navdar bûn.

Rûdawê hemû helbestên wî di 2 bergan de çap kirin, hevkarê me Besam Mistefa ew ji bo çapê amade kirin.

Helbestvanê Kurd, Yûsifê Berazî di hemû helbest û berhemên xwe de doza azadiya Kurdistanê dikir. Lewma jî wî di şiîrê de navê xwe kiribû Bêbuhar, çimkî digot heya Kurdistan serbest nebe û ji bin nîrê dijmin û neyaran dernekeve, dê tu carî buhar lê şîn nebe, gul û çîçek lê venebin.

Bêbuhar her û her li ser mijarên wek rizgarî, hişyarkirina gel û yekrêziya Kurdan disekinî. Hemû berhemên xwe jî wek dîwanên: Zindan, Bang, Raperîn, Serxwebûn û Pêşketin, wek ji navên wan jî diyar dibe, terxanî pêşveçûn û serbestiya mirov Kurd û Kurdistanê kir.

Jana can û dilê wî ya herdemî jî, Kurdistan bû. Bêbuhar hergav digot: (Kurdistanê li ber dilê min şîrîn î pir delal î). Wî welatê xwe dişiband dayikeke dilovan, lê nexweş û mişt êş û derd û kul. Dayikeke ku hertim dinaliya û diqîriya û birînên kûr di wijdana Bêbuhar de li şûn xwe dihîşt.

Lewma kela dilê Bêbuharê rûmetdar û xwedî namûs û mêranî radibû, û wî soz dida gel û welatê xwe ku ew dê vê dayikê derman bike û digot: (Ezê êşa te derman kim ji bo êdî bes binalî.)

Bêbuhar di helbesteke xwe de jî bi navê (Kurdistanê) vê baweriya xwe wisa tîne ser ziman û dibêje:

Lawê te me te bernadim

Di vî derdî û vî halî

Li ser axa te ezê bimirim

Tu caran xwe nadim alî

Bila ez tî û birçî bim

Ji bêkarî û bêmalî

Ji hilma te ezê têr bim

Ku jîn bimînim sedsalî

Ji Zemzem ava te xweştir

Ji her kanî tu ne xalî

Bi Ewropa te tev nadim

Bi dinyayê û çar alî

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst