Îbrahîm Mehmûd “Dara Qabîl” belav kir

15-07-2019
RÛDAW
Nîşan Îbrahîm Mehmûd Dara Qabîl Kurd Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û lêkolînvanê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Îbrahîm Mehmûd, berhema xwe ya nû belav kir. Berhema nû ya Îbrahîm Mehmûd ku ji 2 hezar rûpelan pêk tê û bi zimanê Erebî hatiye nivîsandin, li Bexdayê ji aliyê Çapxaneya Sitûr ve derket.

 

Berhema nû ya Mehmûd bi navê “Dara Qabîl” e û ji sêyîneyek mêjûyî û kultûrî pêk tê. Kitêba yekem bi navê “Iraq yek dayik û gelek hevser” e û di 615 rûpelan de hatiye nivîsandin û ji 7 beşan pêk tê.

 

Kitêba duyem bi navê “Sûriye..jiyan li jêr sîbera jinbavê” ye û di 714 rûpelan de hatiye nivîsandin. Lêkoler têde behsa dîroka Sûriyê dike ji dema di bin mandata Fransayê de bû û heta niha.

 

Kitêba sêyem û dawî jî bi navê “Kurdistan..jinebî û birayên dijmin” e û di 584 rûpelan de hatiye nivîsandin û ji 6 beşan pêk tê. Herwiha du paşko jî cihê xwe di vê berhemê de digirin bi navê: Kurd û Dewleta Sûriyê û lêkolîneke civakî.

 

Îbrahîm Mehmûd sala 1965 li gundê Xirbe Iniz li nêzîkî Qamişlo ji dayik bû, beşê felsefe li zankoya Şam xwend. Gelek gotar û lêkolînên hizrî û edebî di rojname û kovarên Erebî de belav kiriye.

 

Herwiha bêtirî 40 kitêbên Îbrahîm Mehmûd hene wek: Cins di Quranê de (1994), Bunyadgerî û derketinên wê di fikrê Erebî yê hevçax de (1994), Çend beşek ji jiyannameya bajarê Qamişlo (2000), Kuştina bav di edebiyatê de Selîm Berekat weke nimûne (2007), Kurd di edebiyata Erebî ya Îslamî de (2007), Xwendinek di tekstên Avestayê de (2013).

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst