Hunermendên çar parçeyên Kurdistanê sirûda 'Yekbûn'ê belav kir

15-07-2025
RÛDAW
Nîşan Yekbûn Dilovan Sirûd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sirûdeke nû ya bi navê "Yekbûn" bi beşdariya hinek hunermendên ji her çar parçeyên Kurdistanê hat belavkirin.

Berhem ji aliyê hunermend Dilovan ve hatiye amadekirin ku ew bi xwe jî wekî stranbêj beşdar bûye û gotinên sirûdê peyameke zelal ji bo yekrêziya Kurdan dihewîne.

Gotinên sirûdê ji aliyê helbestvan Reşo Ayşan ve hatine nivîsandin.

Reşo Ayşan ji Rûdawê re got, "Ev berhem behsa yekbûna Kurdan a li her çar parçeyên Kurdistanê dike û peyameke aştî û hevgirtinê ye.”

Hemîd Urmiyêyî jî derhêneriya vîdeoklîpê kiriye û di klîpê de dîmenên ji deverên cuda yên Kurdistanê hatine bikaranîn ku ciwanî û çanda Kurdistanê radixe ber çavan.

Berhem li ser kanala taybet a hunermend Dilovan a YouTube hatiye belavkirin.

Hunermendên ku di vê berhema niştimanî de beşdar in ev in:

Sefqan Orkêş, Dilovan, Jiyan Osman, Bengîn Agirî, Narîn Xan Cizîrî, Hemîd Urmiyêyî, Omer Gundî, Hêdî Cebar, Hekîmo û Zelal.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst