Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê ji Rojhilatê Kurdistanê Ezîz Weysî duh ji ber piştgiriya xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatibû girtin, îro Yekşemê bi kefalet hat berdan.
Hunermend û bûka Ezîz Weysî, Seyran Osman ji Rûdawê re ragihand ku îro Yekşemê 16ê Cotmeha 2022an piştî nîvro xezûrê wê Hunermend Ezîz Weysî bi kefalet hatiye azadkirin.
Kurê Ezîz Weysî, Sehend Weysî duh Şemiyê ji Rûdawê re ragihandibû, bavê wî bo Şaxa 16 a Dadgeha Kirmaşanê hatiye gazîkirin, li wir hatiye desteserkirin û ji bo girtîgeha hêzên ewlehiyê yên Kirmaşanê hatiye veguhestin.
Ezîz Weysî herî dawî li ser hesabê xwe yê Instagramê li ser xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê parvekirin kiribûn û stranek jî li ser rewşê belav kiribû.
#Bilez
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 16, 2022
Hunermend û bûka #EzîzWeysî, Seyran Osman ji Rûdawê re ragihand ku îro piştî nîvro xezûrê wê bi kefalet hatiye berdan.
Ezîz Weysî duh bi tohmeta piştgiriya xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatibû desteserkirin.#JinaAmini #MahsaAmini #مهسا_امینی #ژینا_امینی pic.twitter.com/EwWvoNY2VT
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse