Den Haag (Rûdaw) - Rojên borî, li bajarê Den Haagê yê paytexta siyasî yê Holendayê festîvaleke pir balkêş a taybet bi huner û çanda Kurdî hat lidarxistin.
Xanimeke Holendî ya beşdarî festîvalê bi matmayîn li ser bedewiya çanda Kurdî axivî.
Dîzayner Rîhan Xeznewiyê got:
“Ez Rîhan Xeznewî me, Kurda Rojavayê Kurdistanê me û li welatê Holendayê dijîm.
Ev şeş heta heft sal in ku ez li vir im û min hez kir ku vê bûyerê bikim û min pêdivî dît ku Kurdan li vir kom bikim.”
Rîhan Xeznewiyê her wiha got:
“Ez dibînim ku piştgiriyeke berbiçav ji bo piştgiriya ciwanan û xebatên wan tune. Loma ez dixwazim li vir piştgiryê ji wan re peyda bikim.
Xeznewiyê bal kişand li ser girîgiya piştgiriya çand û hunera Kurdî were kirin û got:
“Wekî ku hûn dibînin, ev tablo ne û gelek tiştên taybet li vir hene bi rastî ku divê em bala xwe bidinê, bi gelê xwe bidin nasîn û her wisa piştgiriya wan bikin û rê bidin ku bêtir girîngiyê bidin çand û huner û dîzayn û cilûbergên Kurdî.”
“Hewl didim ku çanda xwe derxînim holê”
Dîzayner Mesûd Tahlo jî got:
“Ez Mesûd im, dîzayner im. Ji sala 2018an ve ez karê dîzaynê dikim û ji du salan ve ye li ser cilûbergên Kurdî dixebitim.
Berê min çênedikir lê piştî ku ez fikirîm, ez Kurd im û dîzaynerekî Kurd im, çima min girîngî nedaye dîzayn û çêkirina cilûbergên kurdî?
Ji ber vê yekê min kir û hewl didim ku çanda xwe derxînim holê. Her çend yên ku ez çêdikim cuda bin jî, lê min xwest kurdîtiya xwe bi rêya dîzaynan ji bo gelê xwe û hemû cîhanê derxînim holê.
“Gelê me pir şiyandar e”
Model Darîn Muradê jî got:
“Navê min Darîn e, ez ji Qamişlo me û li Almanyayê dijîm. Cara yekem e ku ez têm Holendayê û beşdariya vê festîvalê dikim.
Du kirasên Kurdî hatin nîşandan, yek ji wan dîzaynerê wê Mesûd bû. Ez pir kêfxweş im, ji ber ku beşdariya min di vê nîşandanê de teşwîqek e ji bo min û nîşandana bedewiya cilûbergên Kurdî.
Dema koordînatoran ji min xwest ku ez beşdarî nîşandanê bibim, ez pir kêfxweş bûm.
Ku li bajarekî wek Dihok li gel Kurdên me li vir bûm, li gel gelek dîzaynerên Kurd bûme nas û her tim tiştên bedew hene ji bo nîşandanê. Gelê me pir şiyandar e.”
“Xelkê Holendayê cilûbergên me yên bedew dibînin”
Mesûd Tahlo her wiha got:
“Îro tiştekî pir taybet e ji bo min ku cilûbergên Kurdî hatin nîşandan.
Gelê Holendayê jî îro em li bajarê Den Haag in, gelê Holendayê cilûbergên me yên bedew dibînin.
Ev tiştekî pir baş e ji bo me Kurdan û ji bo Kurdistanê.”
“Min qet nizanîbû ku çanda Kurdî wiha bedew e”
Mêvana festîvalê Jole van Harlemê jî got:
“Pir xweş e. Cîraneke min ez vexwendime. Bi rastî min nizanîbû divê li benda çi bim lê ez rastî sûprîzekê hatim.
Bi rastî tiştên li vir pir xweşik in, hem ronahî û hem jî raxistina holê û xwarineke pir xweş jî lê heye.
Bi rastî ji bo me bêtir dişibe çîrokên ber agirdanê, xasma hemû hûrgiliyên bedew, xişil û wêne û hemû xweşikiyên li vir.
Her wisa ew hemî jinên nazdar! Bi rastî ev der pir rengîn e. Min qet nizanîbû ku çanda kurdî wiha bedew e.”
“Em xwediyên çandeke dewlemend in”
Rîhan Xeznewî herî dawî got:
“Em xwediyên çandeke dewlemend in, divê em nîşan bidin ku em xwediyên çandeke rastîn in û ev cilûbergên me yên Kurdî ne, cilûbergên folklorîk, cilûbergên eşîrî û nûjen in.
Hêvî dikim ku xweşik be. Pir piştgiriya me kirin ku ji bo 11 dîzaynerên kurd bû, demeke pir xweş bû.
Pêşangeha Rengale divê berdewam be û salane carekê bê kirin ji bo piştgiriya xebatên ciwanên Kurd li Ewropayê bi giştî.
Yên ku îsal derfeta wan nebû beşdar bibin, sala bê dê derfeteke nû û şansekî nû bi awayekî pîşeyîtir û profesyoneltir ji bo wan hebe.”
Hunermend Renc Azad jî got:
“Ez kêfxweş bûm ku îro ez jî beşdarî mezintirîn çalakiya Kurdî a li Holendayê bûm.
Wekî hunermendekî min bi zimanê Kurdî, şêwezarê soranî xizmeta festîvalê kir.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse