Holenda (Rûdaw) - Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê li Holendayê "Federasyona Kurdên Rojava ya Holendayê" ava kir.
Armanca vê federasyonê ew e ku Holenda û Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo Rjavayê Kurdistanê roleke pozîtîv bilîzin.
Armanceke din a federasyonê jî ew e ku di navbera civaka Kurd û Holendî bibe pirek.
Ehmed Mistefayê ku beriya 40 salan koçî Holendayê kiriye ji malbateke navdar a navçeya Mabadê ya Çiyayê Kurmênc (Efrîn) e.
Ehmed Mistefa her wiha yek ji Kurdên pêşî yên Rojavayê Kurdistanê ye ku hatine Holendayê.
Ew yek ji zêdetirî 300 Kurdên Rojava yên niştecihên vî welatî ye ku tevlî kombûna damezirandina Federasyona Kurdên Sûriyeyê ya Holendayê bûye.
"Em dê hewl bidin ku roleke pozîtîv a Holenda û Yekîtiya Ewropayê ji bo Kurdistana Rojava hebe"
Ehmed Mistefa li ser avakirina federasyonê got, "Ez sala 1985an hatim vê derê, wê demê me ti dezgehên Kurdî nasnedikirin lê Kurdên me yên ji Başûr li vê derê hebûn.
Me yekemîn dezgeh li vê derê ava kir, ew bi xwe Komîtaya Kurdistanê bû li bakurê Holendayê ji bo alîkariya ew kesên ji başûr ji ber êrişên Sedam Husên.
Piştre sala 1992yan me yekem dezgeha xwendevanên Kurd li Holendayê ava kir.
Eger ji destê me were, em dê hewl bidin ku roleke pozîtîv a Holenda û Yekîtiya Ewropayê ji bo Kurdistana Rojava hebe."
"Em dixwazin ku federasyoneke gelêrî çêbikin"
Zêdetirî 6 mehan e, civîn û hevdîtinên cuda cuda ji bo vê saziyê hatine lidarxistin.
Selman Hisên ku yek ji endamên Komîteya Amadekar a Federasyona Kurdên Sûriyeyê ya Holendayê ye got ku ev saziyeke seranserî Holendayê ya gelêrî ya Kurdên Rojava ye û wiha pê de çû:
"Em dixwazin ku federasyoneke gelêrî çêbikin, Ev a miletê Kurdên Sûriyeyê ye û em dixwazin vê li vê derê bi rêxistin bikin.
Piştî ku me bi rêxistin kir, gava duyem em dê êdî di nav xwe de rexistinên wekî xwendekaran, jinan, karsazan û sporê çêbikin.
Em dixwazin revenda Kurdên Sûriyeyê li vî welatî bi rêxistin bikin."
Ji bo birêvebirina vê saziyê desteyeke ji 9 kesan pêk tê bi hilbijartineke ku sûd ji teknolojiyê hatiye wergirtin hat destnîşankirin. Yek ji wan Malva ya 23 biharî ye.
"Ez dixwazim navê jinan derkeve pêş"
Malva Osman armancên xwe wiha anîn zimên, "Ez dixwazim bibim dengê keç û xortan û jinan.
Wekî ku em Kurd dibêjin `Jin Jiyan Azadî` ji bo ew em dixwazin navê jinan di nav Kurd li diyanyayê derkeve pêş."
Digel komîteya birêvebir, ji bo bihêzkirina pirê di navbera civaka Kurd û Holendî de mecliseke şêwirmendî û çavdêriyê ya federasyonê jî heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse