Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Navdar John Cussack jî piştgirî da kampanyaya azadkirina keça Kurd a hunermend Nûdem Durak û got: “Sûcê wê li ser edaletê stran digotin.”
Her ku diçe piştgiriya hunermendên navdar yên cîhanê bo azadikirina hunermenda Kurd Nudem yaku li Tirkiye di zindanê dey zêdetir dibin.
Kampanya azadiya Nudem Durak ji aliyê stranbêj û gîtarîstê navdar Roger Water ve hatibû destpêkirin. Hunermendên ku di cîhanê de navdarin wek Pete Townshend, Robert Plant, Peter Gabriel ve Brian May jî piştgirî dan vê kampanyayê.
Her wiha jîngeparêz û parêzvanê mafê mirovan Marc Ruffalo ku bi filmên xwe di dunyayî de binav û denge jî piştgiriya xwe eşkere kiribû, herî dawî John Cussack jî bi tiwîtekê daxwaza azadiya Nûdem Durak kir.
Cussack dibêje: “Stranbêja Kurd Nûdem Durak a di sala 1988an de ji dayik bûye, li Tirkiyê 19 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Ev 6 sal in di girtîgehê de ye. Sûcê wê li ser edaletê stran digotin.”
Cussack herwiha lînkeke Youtubê ya derbarê jiyana Durak de belav kiriye û dibêje: “Jina Kurd a li Tirkiyê ji ber strîna stranan hatiye zindanîkirin, nas bikin."
Hunermenda Kurd ji ber stranên ku gotine bi du dozên cuda cezayê 19 sal zindanê lê hatiye birîn û ev 6 salin di Girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê de tê girtin.
Kurdish singer Nûdem Durak, born in 1988, has been sentenced to 19 years in jail in Turkey. She has been in prison for 6 years already. Her crime singing about justice
— John Cusack (@johncusack) March 17, 2022
Meet The Kurdish Woman Imprisoned For Singing In Turkey | AJ+ Docs https://t.co/yksxKLBFbP via @YouTube
Nûdem Durak sala 1988an li Dêrgûla ser bi parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê ve ji dayî. Di nav malbateke dengbêj de mezin bûye. Di sala 2009a de li Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê dest bi karê hunerî kiriye û di Koma Sorxwîn de stran gotine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse