Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed got, “Heta ku helbesta Kurdî hebe dê navê Şêrko Bêkes jî zindî be.”
Muzexaneya Şêrko Bêkes, li Silêmaniyê bi amadebûna Parêzgarê Silêmaniyê û malbata Şêrko Bêkes hat vekirin.
Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed li wê merasîmê axaftinek pêşkêş kir û got:
“Fayeq Bêkes helbestvanekî mezin ê niştimanî bû lê Şêrko Bêkes bavê xwe derbas kir. Şêrko Bêkes Silêmanî çalaktir kiribû.”
“Şêrko Bêkes Silêmanî çalaktir kiribû”
Axaftina Ako Mihemed a li merasîmê wiha ye:
“Xeyala berfireh, helbesta bedew û helbestên di dema bûyerên mezin ên Kurdistanê de, Şêrko Bêkes kir ew kesayetê ku îro em hemû hest bi valahiya wî bikin.
Em hemû jî piştrast in ku heta helbesta Kurdî hebe, dê nav û helbesta Şêrko Bêkes jî bi zindî bimîne. Fayeq Bêkes helbestvanekî mezin ê niştimanperwer bû lê Şêrko Bêkes ji aliyê berfirehî, belavbûn û bandora helbestên xwe ve, bavê xwe li pey xwe hişt.
Şêrko Bêkes Silêmanî çalaktir kiribû, helbest û wêjeya Kurdî gelekî bihêztir kiribûn. Ji ber vê yekê ye ku îro em hemû hest bi valahiya wî dikin. Ne bêsebeb bû ku rewşenbîrê mezin ê Kurd Mesûd Mihemed digot, ‘Şêrko Bêkes, Goran li pey xwe hiştiye.’
Tiştê ku em îro ji ber wê li vir kom bûne, pêngaveke xweşik e. Ew nifşên ku dibin heyranê wêjeya Şêrko Bêkes, piştî ku mala wî bû Muzexaneya Şêrko Bêkes, êdî cihek heye ku berê xwe bidinê.
Li hemberî vê pêngavê, ew rewşenbîrên ku her ji destpêkê ve li Silêmaniyê ji bo vî projeyî xebitîn, Dr. Hawrê Daro Şêx Nûrî, kek Heloyê kurê Şêrko Bêkes û hemû malbata wan hêjayî destxweşiyê ne.
Ji îro û pê ve ciwanên evîndarên helbesta Şêrko Bêkes û kesên biyanî yên ku dixwazin bîranîneke Şêrko Bêkes bibînin, cihek heye ku herinê.
Her wiha bi rastî jî ji bo bajarê Silêmaniyê cihekî din ê çandî û geştyarî zêde bû. Ev destpêşxeriyeke baş e û cihê destxweşî û piştgiriyê ye.
Xeyala helbestî ya Şêrko Bêkes gelekî berfireh bû lê wî dewlemendiya zimanê Kurdî dîtibû. Ji ber vê yekê jî carinan me ji bo navekî yan jî bêjeyeke delal pirs pê dikir.
Tê bîra min, me ji bo navê heftenameya Rûdawê pirs jê kir, wî navê ‘Çav’ pêşniyar kir. Di dawiyê de me biryar li ser "Rûdaw"ê da lê dema televîzyona Rûdawê dest bi weşanê kir, me bi bîranîna kek Şêrko Bêkes navê bernameyeke rengîn a Rûdawê kir ‘Çavê Rûdawê.’ Di yekem hevpeyvîna berî destpêkirina weşana Rûdawê de jî wî bi piştgiriya xwe dilekî germ da me.
Em hêvîdar in ku projeya Muzexaneya Şêrko Bêkes berfirehtir bibe û bibe cihê hêviyên her kesî û ez hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse