Mala helbestvanê navdar Şêrko Bêkes dibe muze

04-08-2025
RÛDAW
Şêrko Bêkes /Wêne: Rûdaw Grafîk
Şêrko Bêkes /Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Şêrko Bêkes Muze Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Her çi qasî îsal ji bo navê mezin ê edebiyata Kurdî Şêrko Bêkes merasîmeke fermî ya bîranînê nehatibe lidarxistin jî, mala helbestvan a li Silêmaniyê dibe muze û dê di demeke nêzîk de were vekirin.

Kurê helbestvan Halo Şêrko Bêkes got, “Me nexwest em tenê bîranîna salên borî dubare bikin vê carê me xwest em gaveke nû bavêjin”

Halo her wiha diyar kir ku îsal li şûna bîranînê, wan bala xwe daye ser vekirina muzeyê.

Muze li mala ku Şêrko Bêkes tê de dijiya tê avakirin û dikeve taxa Aştî ya Silêmaniyê.

Di muzeyê de dê kelûpelên taybet ên helbestvan werin nîşandan û dê kafeyek jî tê de hebe.

Her çiqas malbatê îsal biryar dabe ku merasîmeke fermî li dar nexe jî, dê gelek ciwan û hezkiriyên wî ji bo serdana gora Şêrko Bêkes a li Parka Azadiyê ya Silêmaniyê amade bin.

Şêrko Bêkes kî ye?

Şêrko Bêkes 2yê Gulana 1940î li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye. Kurê helbestvanê navdar ê Kurd ê gelêrî Faîq Bêkes e.

Sala 1965an beşdarî tevgera rizgarîxwaza Kurd bû. Di salên pêş de jî di nava refên têkoşînê de cih girt.

Bêkes ku paşê çû Swêdê, sala 1991ê vegeriya welat û demekê wezîfeya Wezareta Rewşenbîriyê kir.

Helbestvan ku sala 1993yan careke din vegeriya Swêdê, 4ê Tebaxa 2013an li Stockholmê koça dawî kir.

Gelek pirtûkên helbestan ên helbestvan hatine weşandin.

Şêrko Bêkes wekî yek ji helbestvanên herî giring ê edebiyata Kurdî tê qebûlkirin.

Şêrko Bêkes di wesiyeta xwe de xwestibû ku gora wî li Parka Azadiyê, li kêleka Peykerê Şehîdên 9ê Hezîranê be.

Sedema vê yekê jî bi gotinên, “Dema ez mirim jî nêzîkî gel, muzîk û jiyanê bim” anîbû ziman.

Bêkes her wiha wesiyet kiribû ku bi Ala Kurdistanê were veşartin, li ser gora wî pirtûkên wî yên helbestan hebin û ji bo helbestvanan pirtûkxane û kafeyek were avakirin.

Di wesiyeta xwe de xwestibû ku her sal bi navê “Xelata Bêkes” xelatek bidin pirtûka helbestan a herî baş û mesrefa wê jî ji mîrateya wî bê dayîn.

Muzeya Şêrko Bêkes tê amadekirin ku bibe navendeke çandî ya ku dê mîrateya wî ya edebî bide jiyandin û bibe îlham ji bo nifşên nû.

Tê payîn ku vekirina muzeyê di nava çend rojan de pêk were.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst