Disney Plus derbarê Şingalê de rêzefîlmeke Tirkî belav dike

21-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekemîn rêzefîlma televîzyona Disney+ ya Tirkî ya bi navê "Rev / Kaçiş" ku wê di 14ê Hezîranê de dest bi weşanê bike, behsa çîroka rojnamevanên di dema êrîşa çekdarên DAIŞê de çûne Şingalê dike.

Platforma Disney Plus, yekem dîmenên ji rêzefîlma Tirkî ya bi navê "Rev" ku trajediya mirovahiyê ya li Şingalê û serpêhatiyên rojnamevanên çûne herêmê vedibêje, parve kir.

Di rêzefîlmê de ku lîstikvanê navdar Engîn Akyurek hem çîroka gilmê nivîsandiye û hem jî di rola sereke de cih girtiye, behsa bi rêya grûpeke rojnamevan rojnamevanên ketin di destê DAIŞê de behsa rewşa Kurdên Êzidî dike.

Fîlm ku ji aliyê “O3 Medya û Same Film” ve hatiye çêkirin, senaryoya fîlmê ji aliyê Alî Dogançay ve hatiye nivîsandin.

Dehênerê fîlmê Yagiz Akaydin e û lîstikvanên weke Engîn Akyurek, Îrem Helvacioglu, Aziz Çapkurt, Onur Bay, Leyla Tanlar, Aras Aydn, Levent Ulgen cih girtine.

Mijara filmê

Fîlma Rev;  bi çîroka serdana wênegirê şer Mehmet û grûpeke rojnamevanên ji welatên cuda bo Şingalê dest pê dike.

Di rêzefîlmê de behsa wê yekê tê kirin ku koma rojnamevan ku bi dizî sînor derbas kirine, di encama serdegirtinê de ketine destê DAIŞê û paşê ka çawa direvin.

Rêzefîlma ku bi perspektîfek cûda li drama mirovî ya li herêmê dinêrê  dê piştî 14ê Hezîranê tenê li Disney Plus were weşandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst