HEWLÊR - Şanoya Satê berhemeke nû pêşkêş dike: 'Wişey Na'

21-10-2025
RÛDAW
Karmend Xidir bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Karmend Xidir bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Şanoya Satê Wişey Na Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şanoya "Wişey Na" ku berhemeke nû ya Şanoya Satê ye dê li Salona Çalakiyên Dibistanan a Hewlêrê were nîşandan û dê 5 rojan berdewam bike.

Di şanoyê de hejmarek şanokar rol digirin û 9 mehan provayên wê hatine kirin.

Rêbaza nivîsandin û amadekirina metnê bi rêya provayên rojane bûye û tê de şanoger di nivîsandina metn û derhêneriyê de roleke sereke lîstiye.

Karmend Xidirê ku yek ji şanogerên sereke ye bû mêvanê bernameya "Roja Hîwa Cemal" a Tora Medyayî ya Rûdawê û ragihand:

"Ji aliyê hunerî û laşî ve em bi temamî amade ne lê ji aliyê derûnî ve em hinekî bi fikar in.

Ji ber ku piştî 8-9 mehan ji xebatê, em dê hemû hewlên xwe di nava saet û nîvekê de pêşkêş bikin.

Lê hesteke xweş e dema em dibînin ku temaşevan jê kêfxweş dibin."

Karmend Xidir tekezî li ser girîngiya şanoyê kir û got:

"Bi raya min ti tişt cihê şanoyê nagire û bandora wê di her serdem û civakê de heye.

Şano ji bo me evîn û erkek e li ser milên me, lewma nabe ku şert û merc rêgir bin."

Karmend Xidir da zanîn ku li Hewlêrê şano ber bi qeyranê ve diçe, ji ber ku beşek ji şanogeran ji ber mijûlbûna bi jiyana rojane, hest bi wê berpirsyariyê nakin.

Xidir derbarê şêwaza karê xwe diyar kir ku Şanoya Satê ne tenê komek e, di heman demê de şêwaz û rêbazeke taybet a şanoyê ye ku tê de şanoger navenda her tiştî ye.

Xidir her wiha amaje bi rola Sidîq Hesenê wekî "çavdêr û navbeynkar" di navbera metn û derhêneriyê de kir ku erkê wî ew e navbeynkariyê di navbera kesayetiya şanoger bi xwe û rola ku li ser şanoyê dilîze de bike.

Şanogerên ku di "Wişey Na" de rol digirin ev in: Karmend Xidir, Ziyad Kerîm, Newaz Mihemed, Pêşewa Mihemed û Bilind Kawe.

Nîşandan îro dest pê dike û dê 5 rojan berdewam bike.

Nîşandan dê her roj demjimêr 17:00an li Salona Çalakiyên Dibistanan a Hewlêrê be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst