Mem Ararat dê vê carê Amedê bihejîne

22-09-2025
Nîşan Mem Ararat Amed Konser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar Mem Ararat dê 3 rojan li pey hev Amedê bihejîne.

Konser dê li Navenda Çandê ya Sezaî Karakoçê ya li navçeya Yenîşehîrê bên lidarxistin.

Mem Ararat dê 23, 24 û 25ê Kanûn Pêşîn a 2025an saet 19:00an derkeve ser dikê.

Hîn ji konseran re zêdetirî du mehan maye lê bilêtên her sê rojan jî ji niha ve xelas bûne.

Bilêtên konseran ên ku di 3 kategoriyên cuda de hatibûn firotin di demeke kurt de xelas bûn.

Mem Ararat herî dawî çend roj berê li Stenbolê li Bostanciyê bi beşdariya bi hezaran kesan konsereke mezin li dar xistibû.

Mem Ararat demên dawiyê bi deng û şêwaza xwe ya cuda mohra xwe li muzîka Kurdî dixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst