Pêşangeha Pirtûkan a Frankfurtê bi rê ve diçe: Berhemên Kurdî jî tên pêşandan

22-10-2023
Zinar Şîno
75emîn Pêşangeha Pirtûkan a Frankfurtê bi rê ve diçe
75emîn Pêşangeha Pirtûkan a Frankfurtê bi rê ve diçe
Nîşan Pêşangeha Pirtûkan a Frankfurtê Berhemên Kurdî
A+ A-

Frankfurt (Rûdaw) – Li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê 75emîn pêşangeha pirtûkan a navdewletî hat vekirin û berhemên Kurdî jî tê de tên pêşandan.

75emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Frankfurtê roja 18ê Çiriya Pêşîn dest pê kir û îro bidawî dibe.

Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Frankfurtê yek ji mezintirîn pêşangeha pirtûkan a li Cîhanê ye.

Îsal li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî çend berhemên Kurdî jî têne pêşandan.

Weşanxaneya Neqiş a ji Rojavayê Kurdistanê jî berhemên xwe li standana Hikûmeta Herêma Kurdistanê danîne.

Tevî ku rêveberiya pêşangehê cih daye semînerên nivîskarên Kurd lê dîsa jî beşdariyan Kurdan li gorî salên borî kêm e.

Rêveberê Giştî yê Ragihaninê yê Wezareta Rewşenbîriyê ya Herêma Kurdistanê Şêrwan Ebdulla ji Rûdawê re diyar kir ku ew ne tenê pirtûkên ji aliyê Wezareta Rewşenbîriyê ya Herêma Kurdistanê ve hatine çapkirin pêşan didin.

Şêrwan Ebdulla da zanîn ku ew hewl didin pirtûkên weşanxeneyên li Kurdistanê jî pêşan bidin.

Nivîskarê Yûsif Mentîk jî ku beşdarî pêşangehê bûye got:

“Nebûna stratejiyeke dûv û dirjêj a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aloziyên li wê derê sedema wê yekê ye ku beşdariya berhemên Kurdî lawaz e.”

Wergera Almanî ya romana Helîm Yûsiv a bi navê “99 Morîkên Belavbûyî”di çaroveya pêşangehê de hat belavkirin.

Xwediyê Dezgeha Selahedîn a Çap û Belavkirina Pirtûkan Kameran Eldulkerîm jî ji bo çêkirina pêwendiyan çûye Frankfurtê û beşdarî pêşangehê bûye.

Slovenya bi çanda xwe welatê mêvan ê îsal ê pêşangehê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst