Mikaîl Aslan bi boneya 30 saliya hunera xwe muzîkaleke taybet pêşkeş dike

23-04-2025
RÛDAW
Nîşan Mikaîl Aslan Dîdar Konser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji hunermendê herî bi nav û deng ê Kurdan Mikaîl Aslan rêwîtiya xwe ya 30 salî ya hunerî bi muzîkaleke taybet a bi navê "Dîdar" derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe.

Hunermendê Dêrsimî Mikaîl Aslan projeya xwe bi gotinên "Di nava xewnekê de, li ber deriyê rûbirûbûnekê, di dilê hevdîtinekê de..." ragihand.

Çend kesên din li gel Mikaîl Aslan derdikevin ser dikê

Di vê şeva taybetî de, navên mezin ên muzîkê dê li gel Mikaîl Aslan bin.

Beşer Şahîn, Mem Ararat, Erkan Ogur, Cem Erdost Îlerî û Cemîl Qoçgîrî, dê hêzê bidin dika Dîdarê.

Premiyera muzîkalê ku şopên jiyana hunermend jî dihewîne dê şeva Yekşemê 27ê Nîsanê li Navenda Şanoyê ya Bostanciyê ya Stenbolê were lidarxistin.

Aslan di kariyera xwe ya 30 salî ya hunerî de li berhemên wekî Agêrayîs, Miraz, Zernkut, Petag û Xoza imze kiriye û sala borî jî bi Cemîl Qoçgîrî re bi minasebeta 30 saliya rêwîtiya wan a hevpar a muzîkê, albûma "Rû bi Rû" pêşkêşî guhdaran kiribû.

21 sal in bi Cemîl Qoçgîrî rêwîtiya hunerî dike

Aslanê ku di kariyera xwe ya hunerî ya 30 salan de gelek albumên wekî Agêrayîs, Mîraz, Zernkut, Petag û Xoza derxistine par bi boneya rêwîtiya 20 salî xwe ya muzîkê ya bi Cemîl Qoçgîrî re albuma "Rû bi Rû" pêşkeşî hezkiriyên xwe kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst