Hesen Zîrek can da ruhê yekîtiya neteweyî û Kurd wî ji bîr nakin

27-07-2025
RÛDAW
Hesen Zîrek / Wêne: Arşîv
Hesen Zîrek / Wêne: Arşîv
Nîşan Hesen Zîrek Rûdaw Belgefîlm
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Rûdaw bi belgefîlma bi navê “Zîrek” xebat û têkoşîna hunermendê mezin Hesen Zîrek tîne bîr û hişê gelê Kurd.

Belgefîlma nû ya Rûdawê ya bi navê “Zîrek” a ku behsa cîhana hunerî û jiyana Hesen Zîrek dike û doh li Silêmaniyê hat nîşandin.

Belgefîlm behsa cîhana hunerî û jiyana hunermendê navdar ê Kurd Hesen Zîrek dike û balê dikişîne ser rola wî ya di parastina ziman û çanda Kurdan de.

Di belgefîlmê de, Heme Hemebaqiyê hevalê Hesen Zîrek û Dr. Ebdulah Cemal Segirme wekî du kesayetiyên serekî balê dikişînin ser aliyên cuda yên hunera Hesen Zîrek.

Belgefîlm doh saet 18:00an li Sînemaya Salim a Silêmaniyê hat nîşandan û rastî eleqeyeke zêde hat.

Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed li merasîmê axaftinek pêşkêş kir û bal kişand ser girîngiya û kesayetiya Hesen Zîrek.

Ako Mihemed bi gotinên “Kes nebûye wekî Hesen Zîrek û piştî wî jî kes nebûye Hesen Zîrekekî din” qala Hesen Zîrek kir û wiha axivî:

“Amadebûyên hêja,

Hunermend û hunerdostên xoşewîst,

Hûn bi xêr hatin û em kêfxweş in ku em hemû li vir li bajarê Silêmaniyê yê xoşewîst ji bo bîranîna dengeke efsûnî û efsanewî yê Kurdistanê li hev civiyane.

Ew dengê ku li hemû bajar, gund û malên Kurdistanê geriyaye û heta niha jî ji bo piraniya Kurdan dengekî dilxwaz û gelekî taybet e. Îro hunera Hesen Zîrek em li hev civandine, silav ji bo bîranîn û ruhê pak ê Hesen Zîrek.

Dema ku mamostayê hêja Ebdulah Cemal Segirme projeya ji nû ve aranjekirina muzîkê û dabeşkirina awazên wî ji bo orkestrayeke hevdem a 6 stranên Hesen Zîrek pêşkêşî me kir, me bi kêfxweşî pêşwazî lê kir.

Niha dema ku em guh didin van 6 stranan, bi destxweşî û pesneke mezin em dibêjin ku Mamoste Ebdulah Cemal Segirme, Hesen Zîrek aniye nav cîhana îro ya pêşketî ya muzîkê.

Eger ji wan 2800 stranên Hesen Zîrek tenê beşeke biçûk jî bi vê muzîka asta bilind bihata tomarkirin, dê pir zêdetir li gel nifşên paşerojê yên neteweya Kurd bimana.

“Kes nebûye wekî Hesen Zîrek”

Em piştrast in ku ruhê di nav stranên Hesen Zîrek de dê wisa bike ku Mamoste Ebdulah Cemal Segirme zêdetir li ser stranên din ên Hesen Zîrek jî bixebite.

Hesen Zîrek xwedî dengek û behreyeke hunerî ya gelekî taybet bû. Kes nebûye wekî Hesen Zîrek û piştî wî jî kes nebûye Hesen Zîrekekî din, ew bi nasname û taybetmendiyên xwe yên cuda û bilind di hunera Kurdî de maye.

Hesen Zîrek di nav nexweşî û hejariyê de jiyaye lê wî dilê neteweya xwe xweş kiriye û xezîneyeke mezin ji bo huner, parastina ziman û awaza Kurdî afirandiye.

“Di serdema Hesen Zîrek de digotin Kurd nînin”

Di serdema Hesen Zîrek de digotin Kurd nînin, rejîma Şahê Îranê digot Kurd ne netewe ye û beşek ji neteweya Faris e. Wê demê tenê hunera Hesen Zîrek û bi hezaran stranên wî bes bûn ji bo hebûn û cudahiya neteweya Kurd.

Ji bo îro jî hunera Hesen Zîrek dewlemendiyeke bêsînor a awaz û zimanê Kurdî nîşan dide û li gel her Newrozekê sirûda "Emrojî Salî Taze ye Newroz e Hatewe" bi dengê Hesen Zîrek dibe olana yekîtiya neteweya Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat. Her sal bi dengê Hesen Zîrek xwîn dikeve nav ruhê yekîtiya neteweyî.

Em dê belgefîlmeke beşa "Documantery Houseya Rûdawê" bibînin, ji bo vê berhemê divê em destxweşiyê li Kak Horên û hemû tîma Documantery Houseya Rûdawê bikin. Di vê belgefîlmê de nivîskar û zimannasê mezin ê Kurd Heme Hemebaqî ji zarê Hesen Zîrek vediguhêze, wê dema ku ew bi hev re li Silêmaniyê di heman odeya zindanê de bûn û dibêje ku Hesen Zîrek digot:

‘Ez hest dikim ku hespek di sînga min de ye û bi berdewamî simên xwe li erdê dixe û dixwaze biçe lê ez nizanim min dibe kû derê.’

“Zîndanê nikarîbû wî zîndanî bike”

Ev ruhê hunerî yê Hesen Zîrek bû ku zindanê nikarîbû wî zindanî bike. Ji ber vê yekê jî em dibînin ku tevî bindestiya Kurdan û dagirkirina Kurdistanê, tevî qedexekirina zimanê Kurdî û nebûna perwerdeyê li gelek deverên Kurdistanê, di demekê de ku teknolojiya ragihandinê ne wekî îro bû jî hunera strana Kurdî, ziman û dîroka Kurdî parast.

“Ruhê Kurdbûn û Kurdistanîbûnê parast, ruhê teslîmnebûnê parast”

Her wiha wî ruhê Kurdbûn û Kurdistanîbûnê parast, ruhê teslîmnebûnê parast. Zindîbûna neteweya Kurd a îro, gelekî deyndarê hunermendên Kurd e ku Hesen Zîrek yek ji hunermendên navdar ên wê serdemê ye.

Hûn careke din bi xêr hatin û êvareke xweş ji we re dixwazim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst