Mala Muzîkê ya Zehawiyê hunermendên Kurd û Îtalî li hev civandin

29-04-2024
RÛDAW
Mala Muzîkê ya Zehawiyê hunermendên Kurd û Îtalî li hev civandin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mala Muzîkê ya Zehawiyê hunermendên Kurd û Îtalî li hev civandin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Mala Muzîkê ya Zehawiyê Kurd Îtalî
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Mala Muzîkê ya Zehawiyê li salona hunerê ya bajarê Silêmaniyê konsera xwe ya duyemîn a salê li dar xist.

Konsera ku roja şemiyê bû û hunermendên Kurd û Îtalî tê de amade bûn, bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê bi rê ve çû.

Hejar Zewahî di konserê de li defê xist û hunermendên Kurd; Rastî Kurdî, Semaxan û Ridwan Xelîl, hunermendên Îtalî Alesandro Venza, Toti Denaro, Mario Tarsilla û Denise Di Maria jî derketin ser dikê û stranên xwe gotin.

Gelek hunermend û muzîkhez beşdarî konserê bûn.

"Di muzîka Kurdî de tecrubeyeke nû ye"

Hunermend Hejar Zehawî li ser konserê got:

“Em çar hunermendên Kurd û çar hunermendên Îtalî muzîkê tevlihev dikin.

Em muzîk, rîtm û enstrumanên Kurdî bi muzîka Îtalî re tevlihev dikin.

Bêguman ev di muzîka Kurdî de tecrubeyeke nû ye ku ev di nav miletên din berbelavtir e.”

Mala Muzîkê ya Zehawiyê 9ê Adarê konsera xwe ya yekem a salê li Erbil Hillsê li dar xist û di wê konserê de muzîka Kurdî û muzîka Fransî tevlihev kirin.

Hunermendê Îtalî Alesandro Venza jî anî ziman:

“Ez gelekî kêfxweş im ku careke din hatim Kurdistanê û li ser çanda Kurdî fêrî zêdetir tiştan bûm.

Herwiha derfeta me çêbû ku em bi muzîkjen û hunermendên ku çanda Kurdî bi muzîkê didin nasîn, nas bikin.

Em bi vê tevlihevkirina muzîkê ya bi muzîkjenên Kurd re gelekî kêfxweş in ku tecrubeyeke pir xweş e.”

Hezkiriyên muzîka Îtalî yên beşdarî konserê bûn diyar kir ku ew ji Kurdistanê bi bandor bûne.

“Min yekser qebûl kir”

Hunermend Denise Di Mariayê jî anî ziman:

“Dema ku ez li Îtalyayê hatim vexwendin, min yekser qebûl kir.

Lê min texmîn nedikir ku çand û xwezaya herêmê evqasî xweş be û bi van muzîkjenên hêja ji me re konsereke wiha xweş saz bikin. Ji bo her tiştî gelekî spas.”

Mala Muzîkê ya Zehawiyê plan dike ku îsal 3 konserên din saz bike ku dê hunermendên ji herêmên cuda yên Kurdistanê û yên biyanî beşdarî bibin.

Muzîkhezeke ku hat konserê jî got:

“Ne hewce ye ku ciwan tenê li muzîk û awazên Kurdî guhdarî bikin.

Naskirina biyaniyan, naskirina wan a bi rêya muzîk, şano û hunerê xweş e.”

"Huner çalakiya herî mezin a mirovatiyê ye"

Muzîkhezeke din jî da zanîn:

“Huner çalakiya herî mezin a mirovatiyê ye, dema ku bi muzîka gerdûnî re were tevlihevkirin, dibe sedema naskirina hev, dewlemendî û aştiyê.”

Mala Muzîkê ya Zehawiyê 4ê Çiriya Paşîna 2021ê li Hewlêrê hat avakirin û ji wê demê ve ji bo hunermendên ji çar aliyên Kurdistanê konseran saz dike.

Tora Medyayî ya Rûdawê sponsoriya konserên Mala Muzîkê ya Zehawiyê dike ku ji aliyê darayî ve Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgiriya wê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst