Hewlêr (Rûdaw) - Ji nûnerên muzîka modern a Kurdî stranbêj, stransaz, bestekar û berhevkar Mehmet Akbaş, di 2ê Tîrmehê de dê li yek ji navendên performansê yên navdar ên Almanya û Ewropayê, li Kolner Philharmonie cara yekem derkeve ser dikê. Bi vî awayî Akbaş, li dû Aynur Dogan, muzîka Kurdî digihîne ser vê dika bijarte.
Repertûara Akbaş ji bilî besteyên wî bixwe, ji berhemên gelêrî yên wekî zêmar, stranên evînî û reqsê heta stranên meqamî gelek berhemên rengîn û formên cihê dihewîne ku hunermend wan bi şêwaza xwe ya resen şîrove dike û digihîne nifşên îroyîn.
Konser wê 2ê Tîrmehê 2022an di saet 20:00an de bê lidarxistin. Bilêtên konserê li ser malpera Kolner Philharmonie têne firotin.
Akbaş dev ji kokên xwe çandî yên resen bernade lê di hunera xwe de formên kelepûrî yên muzîka Kurdî bi newayên cihê yên cîhanî re tîne cem hev û bi vî awayî soundeke di normên gerdûnî de hildiberîne û di nav muzîka cîhanî de cihekî ji bo muzîka Kurdî jî vedike.
Hunermend ji bilî zaravayê xwe yê dayikê Zazakî û bi zaravayên din ên Kurdî yên wek Kurmancî û Soranî her wiha stranên bi Farsî/Darî, Erebî, Ermenî û Tirkî jî distirê.
Di ziman û muzîkên Rojhilata Navîn de konsereke ji sînoran wêdetir
Di vê konserê de Akbaş cihekî taybet dide zimanê xwe yê Zazakî ku di bin metirsiya tunebûnê de ye. Di repertûara wî de berhemên Zazakî yên ji deverên curbicur bi cihêrengiya xwe ya him di warê formên muzîkê û him jî varyasyonên zimanî de cih digirin.
Hin ji wan stranan ku heta niha ji ber sedemên olî û civaka baviksalar ji aliyê jinan ve bi tenê di nav jinan de bê amûr bi awayekî akapella (devkî) hatine gotin, ji aliyê Akbaş bi xwe ve hatine berhevkirin û dê wan jî di vê konserê de cara yekem bi nota û amûrên muzîkê re werin lêdan.
Li ser dikê dê kadroyeke xurt bi Akbaş re be
Di vê konserê de muzîkjenên ku her yek ji wan di qada xwe de virtuoz in û di cihanê de navdar in, yaweriya Akbaş dikin. Multi-enstrumantalist Erdem Altınses gerînendeyê muzîkê yê vê kadroya xurt e ku hin ji wan muzîkjenan digel navên wekî Sami Yusuf, Kardeş Turkuler û Aynur Doğan re jî dixebitin. Muzîkjenê Alman Markus Stockhausen ku ji bilî Jazz bi karên xwe yên him di warê muzîka modern him jî ya klasîk de di qada navnetewî de bi nav û deng e, di vê konserê de bi trompeta xwe li ser dikê ye. Herweha Nurullah Turgut û Mehmet V. Yamalak jî bi def a Kurdî û amûrên din gelêrî yên lêdanê di kadroyê de cihê xwe digirin. Perkusyonist û aranjor Omer Avcı, gitarist Cenk Şanlıoglu û yek ji baştirîn hunermendên kanûnê yên Tirkiyê Onur Cicin jî ew nav in ku li cem Akbaş derdikevin ser dikê.
Wekî din hunermenda muzîka klasîk a Ermenî soprano Anush Nazaryan û hunermend Zelal Cengizhan ew jî dê bi vokalên xwe li ser dikê bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse