Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka jînenîgariyê ya romannivîsê Kurd ê Sûriyeyî Heysem Hisên a bi navê "Wiha di Dojehê de Jiyam" Ji aliyê Weşanxaneya Ramînayê ve li Londonê derket.
Ev berhemeke wêjeyî ya bi zimanê Erebî ye ku nûser tê de dabaşa serpêhatiya xwe ya rasteqîn a rûbirûbûna bûyera şewatê dike ku di dawiya sedsala borî de di dema leşkeriya xwe ya neçarî de li Sûriyeyê pê re rû bi rû maye.
Bûyereke ku şopên wê yên laşî û derûnî bi dehan salan dom kir û bû werçerxeke diyarker di jiyana wî ya kesane û wêjeyî de.
Pirtûk 220 rûpel û bi qebareya navîn e û wekî berhema sêyemîn a projeyeke berfirehtir a nivîskar tê hesibandin ku berê di du pirtûkên din ên jînenîgariyê de, "Dibe ku Kes Nemîne" û "Nijadperest di Xerîbiya Xwe de", derbirîbû.
Dîzayna bergê û rêzkirina navxweyî: Jona Leonard.
Nivîskar pirtûka xwe diyarî her kesê ku piştgirî daye wî û lê xwedî derketiye dike, diyarî malbat û hevalên xwe û "her kesê ku ji ber şopên şewatê êş kişandiye û dikişîne" dike.
Nivîskar Heysem Hisên ku niha li Londonê dijî di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re qala berhema xwe ya nû kir ku li ser bûyereke şewatê ya rastîn e ku di sala 2000î de di dema leşkeriya neçarî de bi serê wî de hatibû:
"Di 'Wiha di Dojehê de jiyam' de, vegeriyam destpêka şewatê, berî 25 salan, li dawiya meha diwazdehan a sala 2000î li Humsê dema ku min bi pileya sercan/çawîş leşkeriya neçarî dikir.
Bûyer derbas bû lê bi hemû hûrgiliyên xwe di hundir û wijdanê min de zindî ye.
Min dojeh wek sernavekî sembolîk nehilbijart, min ew wek cihekî rastîn ku ez tê de jiyam û tê re derbas bûm, danî."
"Tiştek ji bilî şopa şewatê namîne"
Vegotin di navbera dîmenên baregeha leşkerî, nexweşxaneyan, rûbirûbûna bi malbat, heval û civakê re, her wisa di navbera hizrên kesane yên di derbarê tenêtî, nihêrîn, paqijkirina birîn û şopan û neynika ku dev ji nûvehilberandina tiştê ku wî digot qey ji holê rabûye bernade, diçerixe.
Hisên xwe ne wek qurbanî ne jî wek qehreman nîşan dide, belkî wek bûnewerekî ku di navbera agirekî nevemirî û dengekî ku naxwaze were veşartin de asê maye.
Hisên ji Rûdawê re got, "Min hewl da guhertinên ku bi serê min de hatine bişopînim, ne tenê di warê teşe û tenduristiya xwe de lê belê di têkiliya xwe ya bi demê, bi yên din, bi gunehpêhatinê, bi bêdengiyê, bi îşaretên ku ji wan kesên ku ji min hez dikirin û nizanîbûn çawa bi agirê ku laşê min şewitandibû û têk dabû re tevbigerin.
Min xwe nexist şûna qurbanî ne jî şûna lehengê ku ji ezmûna dijwar derbas bûye.
Min nivîsî û min ji xwe dipirsî ka çi bi serê mirov tê dema ku xeysetên rûyê wî namînin, dema ku li ber neynikeke ku ji bilî şopa şewatê tiştekî din nîşan nade, ji nû ve teşe digire."
Di vê jînenîgariyê de, rewşa taybet bi ya giştî re têkel dibe, laşê şewitî bi laşê welatê bindest re li hev diale.
Zordariya leşkerî, cudakarî û çavdêrî tê de cih digirin, mîna ku jînenîgariya takekesî tenê wêneyekî mezinkirî yê trajediyeke Sûriyeyê be ku heta îro jî berdewam e.
Dema ku Hisên li ser şewatên laşê xwe difikire, di heman demê de li ser şewata wateyê, çelexwarîbûna nirxan û rizîna zimanê ku êdî nikare veşêre, difikire.
Heysem di vê derbarê de got:
"Dema min biryar da ku ez jînenîgariya xwe 'Wiha di Dojehê de Jiyam' binivîsim, min şewat wekî bûyereke derbasbûyî bi bîr nedianî lê min ew wekî baweriyeke zindî ku di hundirê min de dijî, datanî ber lêpirsînê.
Nivîsîn rûbirûbûnek bû bi xwe, dîrok, bîranîn û birînan re, bi wan pirsên ku dema min nebû bipirsim dema ku ez di nav pêlên agir de bûm, ne jî dema ku ez li nexweşxaneyan bi paçikan pêçayî bûm, ne jî di qonaxên paşê de ku ez bi janên xwe û hewldanên xwe yên ji bo başbûn û hînûna jiyanê bi laşekî şewitî mijûl bûm."
Roman dîmenên hûrgilî yên bûyerê li xwe digire: Çawa agir bi kon ket û bû heytehol, çawa laşê nivîskêr bi hesin û agir ve zeliqî, çawa leşker bi tirs û saw direviyan, çawa qêrîn di bin giraniya tirsê de difetisî û çawa "sîstemeke rizgarkirinê" nebû, tenê ajoyeke zikmakî ya jiyanê li hemberî xemsarî, guhnedan û burokrasiya leşkerî hebû.
Heysem her wiha got, "Tişta ku min nivîsî ne belgekirina êşa takekesekî bû, bi qasî ku rûbirûbûnek bû bi rejîmeke ku leşker wek sotemeniya agirdankên xwe bi kar dianî û mirov wek tiştekî zêde û nepêwîst didît.
Di leşkeriyê de, gendelî tiştekî normal bû û paşguhkirin û xemsarî ne awarte lê rêgez bûn.
Jiyana leşkeran herî erzan û bênirx bû û pîvanên herî seretayî yên ewlehiyê di konên serbazan de nebûn.
Ne bijîşkiyeke rastîn hebû ne jî rêzgirtina rûmeta mirov, tenê biçûkxistina rojane û heqareta li leşkeran hebû, mîna ku ya dihat xwestin têkbirina leşkeran bi awayekî hovane û erzan be."
Nivîskar li ser sedema tomarkirina bîranîna şewata biêş jî wiha dibêje:
"Min nivîsî ji ber ku jibîrkirin nebû derman. Ew xayîntiya li bîreke ku hîn jî dinale bû.
Birînên laş sax bûn lê şopên wan li ser gewde, li ser ruh, li ser ziman, li ser nasnameyê, mîna birînên ku naxwazin qemûşk bigirin, vekirî man.
Min xwest dengê xwe ji hewldanên tepisandinê rizgar bikim, tiştê ku derbarê dojeha burokratîk a leşkerî de nehatiye nivîsandin binivîsim, derbarê nihêrînên ku kesên rizgarbûyî vediguherînin bûnewerên kelkutî û derbarê wê şikestina ku mirov ne ji rizgariya wî lê ji xweliya wî ji nû ve ava dike."
"Kî bişewite venagere mîna berê"
Heysem Hisên di jînenîgariya xwe de ne tenê şewata xwe ya kesane lê şewata welatekî bi tevahî vedibêje:
"Ez li lehengiyê negeriyam û min bazar li ser êşa xwe nekir da ku wê bikim efsane. Min tenê xwest bibêjim: Yê ku dişewite, venagere mîna berê, venagere laşê xwe yê yekem, ne jî dema xwe ya yekem, ne jî nihêrîna xwe ya yekem li cîhanê. Tiştek di avabûn û hişmendiyê de dişke."
Heysem derbarê sedema nivîsîna romanê di teşeya jînenîgariyê de jî, wiha dibêje:
"Nivîsandina jînenîgariyê hewldanek bû ji bo rûbirûbûna vê şikestinê, hewldanek ji bo jiyana pê re, ne ji bo pînekirina wê.
Ez di wê kêliya veguhertinê de dijiyam ku rejîma Sûriyeyê ya berê dixwest desthilat bi awayekî nerm ji bav derbasî kur bibe lê di heman demê de leşker ber bi selexaneyên dilsoziya neçarî ve dihatin kaşkirin.
Ji me hat xwestin ku em bi xwînê ji bo piştgiriya mîratgir mohr bikin. Dîmeneke surreal bû, ku xwîn li ser kaxezê, wêneyên yê ku mir û welat bi xwe re bir goristaneke vekirî dihatin hildan, hinin din fêrî pîrozkirina serokê mîratgir dihatin kirin ku wê demê destûr li gorî bejna wî hat biçûkkirin."
Şenşar
Em dê li vir beşeke biçûk ji romanê bi navê Şenşarê ku çoltereke dûredest û jibîrkirî ye û girêdayî bajarê Humsê yê li naverasta Sûriyeyê ye, veguhêzin:
"Xazî hinek benzîn rijand ser agir, paşê min ji xeynî agirê ku kon dagirt û em şewitandin, tiştekî din nedît... Min hewl da birevim lê agir ji min xurtir bû... Agir cil û goştê min dixwar... Piştî demeke kin, betaniyeke leşkerî ket ser laşê min û agir vemirî.
Lê agirê ku vemirî, di canê min de gur ma... Dem li dora min sekinî. Jiyana min veguherî dojeheke rasteqîn... Piştî wê kêliyê, ez tu carî nebûm wek berê... Xewnên min ên mezin hilweşiyan û ez bûm dîlê laşekî şewitî û rizyayî."
Heysem Hisên kî ye?
Heysem Hisên romannivîsekî Kurd ê Sûriyeyî ye, sala 1978an li Amûdê ji dayik bûye.
Endamê Komeleya Nivîskaran a Brîtanyayê ye, damezirîner û rêveberê malpera "El-Riwaye.net" e.
Berhemên wî ji bo zimanên Îngilîzî, Fransî, Çekî û Kurdî hatine wergerandin.
Heta niha ev berhemên wî yên roman, çîrok û rexneyî hene:
Di warê Romanê de:
- "Aram, Neviyê Êşên Serhişk", Weşanxaneya Yenabî' – Şam 2006.
- "Qurbaniyên Gunehkariyê", Weşanxaneya Tekwîn – Şam 2009. Ji aliyê lêkolîner û wergêr Xalid Cemîl Mihemed ve ji bo zimanê Kurdî hatiye wergerandin.
- "Derziya Tirsê", Weşanên Dîfaf – Beyrût û El-Îxtîlaf – Cezayîr 2013. Ji aliyê amadekarê vê raporê ve ji bo zimanê Kurdî hatiye wergerandin.
- "Giyayekî Ziyandar di Bihuştê de", Weşanên Miskilyanî – Tûnis 2017.
- "Krîstala Afrîkî", Weşanxaneya Ereb – London 2025.
Di warê Jînenîgariyê de:
- "Dibe ku Kes Nemîne.. Agatha Christie Were Ez ji Te re Bibêjim Çawa Dijîm", Weşanên Memdûh Edwan – Şam 2018.
- "Nijadperest di Xerîbiya Xwe de", Weşanên Ramîna – London 2023.
- "Wiha di Dojehê de Jiyam", Weşanên Ramîna, London 2025.
- Di warê Çîrokê de:
- "Dema Çiya Dimeşe", Weşanên Ramîna – London 2025.
Di warê Lêkolîn û Rexneyê de:
- "Roman di navbera Mînkirin û Şîfrekirinê de", Weşanxaneya Nûn – Heleb 2011.
- "Roman û Jiyan", Weşanên El-Rafid – Şarîqa 2013.
- "Romannivîs li Defên Şer Dixe", Weşanxaneya Wereq – Dubai 2014.
- "Kesayetiya Romanê: Pişkînera Keşf û Destpêkirinê", Weşanxaneya Nûn – Îmarat 2015.
- "Çima Divê Tu Bibî Romannivîs?", Weşanxaneya Xitût û Zîlal – Emman 2020.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse